16 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bahoz

Belê em sewdalî ne, bawer bike dilê min ji yê xortê çardehsalî bêhtir lê dide. Tê bîra te sohbetên li ber dikanê û hevdîtina dawîn li çiyayê azad, ew çi dilxweşî bû lo cangoriyê hêja

Sih û du sal berê, şeveke wek îşev, saet derdora neh-neh û nîvan daketim îstasyona Mêrdînê, wargeha dilê bibêrî, cihê biewle…  Rewîtiyek bibobelat, xweş û xetere ji Zelê ber bi vir ve qediyabû; de gidî jiyan!

Lê bahozek dinê dest pê dikir!

Erê em ê karê rêxistinî veşarî bikin û civakê bi her beşa xwe birêxistin bikin. Helbet mirin her gav li pişt stûyê me ye. Çar rojên me neqediyan, hêja Mehmet Sîncar û rêzdar Metin Ozdemîr hatin qetilkirin. Ev hişyarî û peyama dahatûyek man û nemanê, azadîparêziya bi rih û can bû. Ma azadîxwaz ji mirinê ditirsin! Bila em rêwiyê hêviyê bin, mirin sed carî li ser çavan. Lê divê em bijîn ku têbikoşin, li ber xwe bidin. Bê sekn û tebat, lê baldar. Bi erzanî terk-kirina qada şer tune ye. De gidî!

Tiştên ku bûn û qediyan bila malê dîrokê bin. Lê li pey me duwazdeh hevalên wenda man. Ne ins û ne cins, bêşop… Lê ew her di dilê me de ne û rênasên me ne. Em kujeran jî dizanin, tirsonekên dîrokî û rûreşên civakî jî! Em dizanin tolê bi rêxistinî û avakirina vîna kurdî, pêkhatina îradeya gelê kurd û hemû gelan bistînin… Bila dîrok vê jî bizanibe…

Va îro piştî sih û du salan li Qosera Mêrdînê li hizûra cangorî Mehmet Sîncar im. Em tev bi girseyî li hizûra wî û di kesayeta wî de li hizûra hemû cangorî û canfîdayan in. Bila dîrok vê jî bizanibe.

Li gel dilzîziya wenda, cangorî, hişberdan, xebatkar û xwedî xwîn û xwêdanan, wan em di kesayeta te de Mehmedê hêja bejna xwe li ber we ditewînin. Kêmasiyên xwe dibînin lê berxwedana xwe jî nîşan didin. Pêşî va dayik li vir in; kezebşewitî, dilsoj lê serbilind in. Bala wan di hizûra te de li çiya ye. Belê çima em kurd ewqasî ji çiya hez dikin Mihemedo… Gelo li wî alî bi cangoriyan re hûn civînan li dar dixin û nîqaş dikin nizanim! Lê dilê min wer dixwaze. Erê hûn jî çiyayî ne û ji çiyê hez dikin. Dayik dilbisebir û serbilind in; hizûr, hêvî, diltengî û xurura wan dide bîbikên çavên wan. Weleh ji te, ji we hez dikin. Îro li dewsa wan ez hebikî dilgiran im, divê azadî hê bêhtir bûya, lê ax… bila axa dil û axa qedîm bizanibe. Ma ne şairê Çalî  Arjen Arî digot, “Kê negot ax û neçû, kî nebû ax û neçû…” îja dayik dilgorî ne hevalê min, dizanim bi tenê ew kenê te wan aş dike.  Vaye îro em aştiyê dixwazin li ber dîwana te;  bila dinya bizanibe ku kurdan çav bernedaye ax, namûs û keda kesî, lê hema hema kes nema ku ked û xwîna kurdan venexwar. Gazin, na bi berxwedêrî em bang dikin. Ev xak xaka haştiyê, aştiyê ye…

Siyastemedar, nûnerên saziyan, jin, kal, ciwan, zarok, malbat vaye em tev li hizûra we/te ne. Bibêjin û me bidarizînin, ev ji mafê we ye…

Dilxweş im ji aliyekî ve, hebikî bi lêhatin, an jî şans vaye li ber te me. Belkî rohnayiyek hêjatir parve bikim di demên bê de. Tiştekî dixwazim ji te; dikarî bipirsî ji Ferhatê çavşîn ê dilşewat; gelo xwe şewitandin, bedendana ber êgir çawa ye?! Çavî bi çavî helîn çi ye, çawa ye?! Ew dil, ew sebir û deyax ji ku hat! Bêje heyrano! Di ber re jî stran gotin, kilam xwestin… “Sewdaliyê….” Wele em sewdalî ne, carinan difikirim ku dê li ser rûyê dinyê kes vê sewdaya me fêhm neke… Roj dê bibiriqe, li pirs heta asîmanê heftan aliqiye.. Belê em sewdalî ne, bawer bike dilê min ji yê xortê çardehsalî bêhtir lê dide. Tê bîra te sohbetên li ber dikanê û hevdîtina dawîn li çiyayê azad, ew çi dilxweşî bû lo….

Lê asîman niha neheqiyê li min û te dike. De ka bibêje, min ji çi dest pê kir û em hatin ku; dilxweş be, li gel kêmanî, nezanî, kubarî û quretî em rêxistinkirî ne, çê yan xerab. Lê bawer bike em ê awirên we bikin şewqa sedsalî, bibêje hezarsaliya dawîn a cîhanê… ji Zagrosan heta Toros û  Rojavayê ceng û govenda azadiyê li dar e Delalo. Bila çavên we li pey we nemînin…

Divê rojê de wek diyarî dixwazim helebestekê diyarî giyanê te/we bikim, nexasim ji bo cangoriyê temenbiçûk ê dilçiya. De bi xatirê te… Li gel bêrî, dilbexşî û nûraniyan…

Çengek ax dixwazim

Bi şewba evîna te ketime

çengek ax bi destê min nakeve

Ne ceban ne jî war

Bûm berate

Qevdek çilo dixwazim li ser

defa sînga xwe

bêhna çilo çi xweş e

nexasim yê şil, wek

bêhna te û welat diyarî

Herê xeraca Misrê ji min tê xwestin

giran e wiha dildarî

Tu pênc salî bûyî dest pê kir

Vê serboriya

Niha di çelî re bihurî

Hê jî didome

Dizanim tu baş î

Pir delal î

Bêriya te dikim

Car din hev bibînin

Emr û azadî

Bîra derdan Kurdistan

Rihan li ba we jî hene!?

Nizanim çima di vê jiyana

malkambax de mehzûnî

Melûlî bûye para me

Mirûstan min rihet nahêlin

Îsal

Gelo ji qencî ye!

Derd û kulan kat kat dan di dilan

Dijwarê me bê serî û berate çû

Bayê tehtê derman e

Êşbirê ji giyanî

Tê bîra te

Serbaniyê Bereşê

Awirzelaliya wê newalê

Ma ne du pace û deriyeke

Jiyana me

Lê her tije evîn û azadî

Her azad û dilşa me

Bi ferişte periyan re hevşadî

Hevşabûna efsûnî

Dildarî dil qijand

Bêriyê ew qemirand

Tariş em dan ber xwe

Ber bi abadînê ve

Dil û mêlak heşiya

Va wisa ye dilê min

Çiqas teht, lat û rizda dibînim

Dildiêş im

Zorevîn im

Bi bêrî me

Bi hêvî me

Çengek ax dixwazim

Rihan li ba we jî hene!?

Em dilçiya, hêvîçiya û jiyanhez in Delalo, bahoz didome li gel berxwedêrî, aştîxwazî û şervaniyê….