12 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe

Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî û got ku pêvajo ber bi dawiyê ve diçe.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna heftane ya koma partiya xwe de li Meclisê axivî û got ku di Tifaqa Cumhurê de pirsgirêk nîn in.

Bi domdarî Devlet Bahçelî bal kişand ser pêvajoya piştî banga 27ê sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û got: “Piştî vê pêvajoyê dê Tirkiye ji xûza xwe xelas bibe. Çi dibêjin bila bibêjin, dê asoya Tirkiyeya bêteror derkeve. Divê nexşerêya pêşerojê bi tecrûbeyên me were xêzkirin û ji bilî vê tu vebijêrkên me nîn in. Her ku Tirkiye ji xûzên xwe xelas dibe, gotinên eletewş ên hin derdoran derdikevin lûtkeyê. Gelek gotinên ku ez ji bo têjikê şêr ê hatiye bişaftin ku dibêje ‘Tu bûyî Îmrali’, ‘Dema hûn hebin hewcehî bi PKKê nîne’ hene lê belê ez li gotinê dinêrim ka gotine yan na, li mirov dinêrim ka mirov e yan na. Di her du rewşan de jî ez kesekî cidî bigirim li pêşberî xwe nabînim.”

Di berdewamê de Devlet Bahçelî ev tişt anî ziman: “Kesên li dijî Tirkiyeya bêteror derdikevin bila li xwe mikûr bên; ka teror xelas bibe yan na? Di demeke li ser maseya siyasetê ya kûrewî û herêmî qert tên belavkirin em bibin menu yan na? Kesên di asta xiyanetê de bila vê bibêjin ku em jî hîn bibin.”

Devlet Bahçelî, got: “Ev welat welatê me tevan e. Bikaranîna zimanekî baş, empatî, fezîlet, berpirsyartiya hemû partiyên siyasî û her kesî ye. Dijminatiya li dijî hev, berpirsyartiya her kesî ye. Pêvajoya Tirkiyeya bêteror ber bi dawiyê ve tê. Meseleya me ew e ku Tirkiye derkeve lûtkeyê.”