Serokê Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ragihand ku îro pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa yê li Herêma Federal a Kurdistanê Jan Brem kir.
Bafil Talebanî diyar kir ku di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, hemahengiya navbera hêz û aliyên siyasî de ji bo parastina aramiya herêmê hate guftugokirin.
Her wiha hate diyarkirin ku rewşa desthilata li Herêma Kurdistanê pêwîstî bi lêkolîn û sererastkirinekê heye û wiha hate gotin: “Hikûmet nekariye bersiva pêwîst bide welatiyan. Ev hilbijartin dê guhertinên mezin bi xwe re bîne û herêma me dê ber bi qonaxeke girîng ve bibe ku ew jî danasîna desthilatdariyê ji bo hemûyane, ne ji bo hêz û aliyekî taybet.”