Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi peyamekê piştgirî da lihevkirina di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî û serokê demkî yê Suriyeyê Ehmed Şera de. Talebanî got; “Em bi vê pêngava ku mafên gelê me yê Rojava diparêze, bihêvîne.”
Duh Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera li hev civiyan.
Di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera de peymanek li ser garantîkirina hemû mafê destûrî yên Kurdan, saziyên leşkerî û sivîl bi rêveberiya giştî re bibin yek û gelek mijarên din îmze kirine.
Serokê Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê Bafil Talebanî bi peyamekê piştgiriya xwe ji bo fermandarê HSD Mazlum Ebdî nîşan da.
Peyama Talebanî wiha ye: “Ez bi germî pêşwaziya lihevkirina di navbera birêz Mazlûm Abdî û birêz Ehmed Şara de dikim, ev gaveke girîng û erênî ye ji bo xurtkirina jiyana hevbeş û xebata hevbeş di Sûriyeya nû de. Ev rêgezek raste ku dê aramiya siyasî û ewlehiyê bi xwe re bîne û me ji destpêkê ve daxwaz kir û ji bo wê kar kir.
Em hêvîdarin ku ev pêngava ku mafê gelê me yê Rojava û hemû civakan diparêze, bibe destpêkek nû ji bo avakirina welatekî demokratîk û dostê gelan ku destûra bingehîn bingeha xebat û hevkariyê ye.
Weke her car ez piştgiriyê didim xebatên birayê xwe Mazlûm Ebdî yên ji bo aştî û aramiya herêmê.”