Serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talebanî der barê rewşa li Sûriye û rojavayê Kurdistanê de peyamek nivîskî parve kir.
Peyama Bafil Celal Talebanî wihaye: “Di çend rojên borî de me bi hûrbînî ve bûyer û geşedanên li Sûriye û rojavayê Kurdistanê dişopandin û bi giringî ve li guhertin û bandoriyên wê dinêrîn.
Em bi temamî rêz li vîna gelê Sûriyeyê digrin, nemaze biryarên ku der barê paşeroja welêt tên dayîn, lê di çarçoveya parastina mafê hemû netewe û pêkhateyan û liberçavgirtina ev rastiya siyasî ya li wî welatî heye. Em hêvîdarin ev weke derfeteke giring bê dîtin da ku bi siyasetek welatparêzî ya hevpar ve qonaxeke nû ya desthilatdarî û dadperweriyê derkeve holê û paşerojeke aram ji bo gelê xwe misoger bike.
Di vê rewşa hestiyar de em piştevaniya xwe tevahî ji bo xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê dubare dikin, hêvîdarim em hemû bi yek deng û bi gotarek welatparêzî ve piştevaniya wan bikin û li ber wan metirsiyan bisekinin ku li ser jiyan û aramiya wan gefin.
Herî dawî em tekezî li liberçavgirtin û parastina mafê gelê Kurd dikin, hêvîdarin hemû alî biryara dirust û jîr bidin û parêzvanî li aştî û pêkvejiyana herêmê bikin. Ji ber ku me berê jî gotiye, heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, ti aştî li Rojhilata Navîn pêkneyê.”