Îro Serokê YNKê Bafil Celal Talabanî di Konferansa Diyaloga Navdewletî ya li Bexdayê de axivî û îşaret bi pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ku bi pêşengtiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin kir û wiha got: “Ji bo pêvajoya aştiyê pêwîstî bi diyalog û danûstandinan heye. Em wek YNK piştgiriya aştiyê dikîn û piştgiriya pêvajoya heyî dikîn.”
Di dewama axafina xwe de Talebanî bang li welatên cîhanê kir ku ji bo serxistina pêvajoyê piştgiriyê bikin û wiha got: “Li kuderê pêwîstiya me bi alîkariyê hebe, alîkarî bikin. Ev 40 salin Kurd li gel hikûmeta Tirkiye de şer dikin. Tu Kurdek nîne ku kurdek nenase ku bi destê Tirkiye nehatibe kuştin.”
Talabanî di beşek din ya axaftina xwe de behsa Rojavayê Kurdistanê jî kir û ev tişt anî ziman: “Kurd li Suriyeyê ne aramin, General Mazlûm di bin zextan de ye ji ber ku DAIŞ bi dawî nebûye û berovajî zêde dibe. Li gor amarên li ber dest hene, êrişên li dijî DAIŞê zêde dibin. Daxwazê ji welatên serdest dikîn ku rewşa Iraq û Suriyeyê carek din di berçavan re derbazkin, ji berku metirsiya DAIŞê her diçe zêdetir dibe.”
Serokê YNKê Bafil Celal Talabanî da zanîn ku divê mafên Kurdan, Durzî û Elewiyan li Suriyeyê parastîbin û wiha got: “Pêwîste destûrek nû bi amadebûna hemû netew û baweriyan ji bo Suriyeyê bê nivîsandin. Nabe Kurdên ku DAIŞê têk birin, werin ji bîrkirin yan jî paşguhxistin.”