22 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Azîz Koyluoglû di ragihandina Şoreşa 19ê Tîrmehê de bû pêşeng’

Daîreya Ragihandinê rojnameger Azîz Koyluoglu bi bîr anî got: “Azîz Koyluoglu roleke pir mezin û pêşeng di ragihandina rastiya Şoreşa 19ê Tîrmehê de lîst.”

Daîreya Ragihandinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser şehadeta rojnameger Azîz Koyluoglu daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Bi xemgîniyeke pir mezin me agahiya şehadeta endamê Yekitiya Ragihandina Demokratîk (YRD) Azîz Koyluoglu bihîst. Rojnameger Azîz Koyluoglu roleke pir mezin û pêşeng di ragihandina rastiya Şoreşa 19ê Tîrmehê û têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî de lîst.

Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina rojnamegeran hewl dide rastiya gelan û binpêkirin û sûcên xwe li dijî gel, veşêre. Hedefkirina hevrêyê me Azîz Koyluoglu û beriya wê jî rojnameger Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan beşek ji wan sûcan e ku Dewleta Tirk li dijî çapemenî û xebatkarên çapemeniyê dike.

Hevrêyê me yê hêja û xebatkarê ragihandinê yê şoreşger Azîz Koyluoglu ji rojnamegerên destpêkê bû hat Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi awayekî çalak ji bo ragihandina hovîtiya DAIŞê û pêngavên HSDê yên li dijî rêxistina terorîst kar kir. Herwiha rola wî di perwerdekirina kadroyên çapemeniyê hebû ku niha li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê çapemeniyê de dixebitin.

Em Daîreya Ragihandinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxiyê ji malbata şehîd Azîz û hemû rojnamegerên xwediyên pênûsa azad û Yekitiya Ragihandina Demokratîk û gelê xwe re dixwazin. Em teqez dikin ku Dewleta Tirk a dagirker dê negihêje armancên xwe yên têkbirina biryar û îradeya rojnamegeran. Rojnamegerên ragihandina azad ê teşhîrkirina binpêkirin û sûcên ku Dewleta Tirk ên li dijî mirovahî û cîhanê bidomînin.”