4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Azadiya Rêbertî azadiya jinan e’

Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) Şukran Sîncar têkildarî hamleya “Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re çareseriya siyasî” diyar kir ku pergala li Îmraliyê pergala şer e û wiha got: “Azadiya fîzikî ya Rêber Ocalan dê azadî û aştiyê bîne Kurdistanê."

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke mutleq dîl tê girtin ev 31 meh in tu agahî nayê girtin. Ev tecrîda ku li dijhiqûqê ye ji gelek aliyan ve rastî bertekên tê. Dostên gelê kurd ji bo tecrîd bê rakirin û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê bê bidestxistin û çareseriya pirsgirêka kurd pêngavek dan destpêkirin. Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ku Konseya Ewropa (KE), Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ne û li 74 bajarên welatên cuda daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn. Hejmara 74 ji bo temsîla temenê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye tercîhkirin. Ji gelek welatên cuda  akademîsyen, rojnameger, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîst, fîlozof, kesên hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan û gelên xwecihî piştgirî dan pêngavê.

Em der barê pêngava ku hatiye destpêkirin bi endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) Şukran Sîncar re axivîn.

Endama TJK-E’yê Şukran Sîncar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pergala tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û ev tişt anî ziman: “Pergala Îmraliyê pergala şer e. Xwediyê komploya navneteweyî îro Îmraliyê kirine navenda şer. Heke vê pergala şer a ku li Îmraliyê tê meşandin berdewam bike li tu deverên cihanê aştî pêk nayê. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji bo Kurdistanê dê bibe rêya çareseriyê ya siyasî. Aştiya cihanê, aştiya gelan, aştiya jinan girêdayê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.”

Polîtîkayên dewletên Ewropayê

Sîncar da zanîn ku ser polîtîkayên dewletên Ewropayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di roja me de hemû polîtîkayên dewletên Ewropayê li ser Rojhilata Navîn tên meşandin û navenda wê jî Kurdistan e. Ji bo vê yekê jî heta statuya Kurdistanê neyê naskirin û azadiya fizîkî ya Rêbertî pêk neyê dê ev pergal wiha bidome. Em ê jî heta pêngavê bi encam bikin çalakiyên xwe bidomînin. Têkoşîna 50 salan a Rêbertî bû malê gelan bû gerdûnî. Ji ber vê gerdûnîbûnê ye ku îro pêşengiya vê pêngavê gelên cuda dikin.”

Paradîgmaya Ocalan

Sîncar diyar kir ku pergala kapîtalîzmê ketiye krîzê û wiha got: “Di serdema ku em hatine de kapîtalîzma ku ne ji bo civak û gelan ne jî ji bo jin û zarokan xwedî alternatîfeke ketiye krîzeke mezin. Paradîgmaya Abdullah Ocalan li dijî vê pergala têkçûyî alternatîfek berfireh û jiyanî ye. Ji vî aliyê de dema em binirxînin  ev hemleya ku ji bo Rêbertî dest pê kiriye bi rastî jî dîrokî ye. Li 74 bajaran  sazî û dezgeh, aktivîst û siyasetmedar ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî piştgirî dan daxuyaniyan.”

‘Pêşî jinan rizgar bikin’

Şukran Sîncar da zanîn ku paradîgmaya Ocalan ji bo jinan hêvî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin di nav vê pergala baviksalar de 5 hezar sal in ji aliyê mêjî ve ji aliyê nasname û hebûna ve tên pelçiqandin.  Çawa ku pergala kapîtalîst dibê pêşî li jinan bidin Rêber Apo jî dibêje; Pêşî jinan rizgar bikin, heta jin azad nebin civak nikare azad bibe û bibe xwedî nasname’. Bi paradîgmaya Rêbertî yanî bi paradîgmaya Jin, Jiyan, Azadî gelê kurd jiyanekî nû da destpêkirin. Jinên ji neteweyên cuda niha bi vê paradîgmayê û pêşengiya jinên kurd  ketine nav hewldanan.  Hem jinên kurd hem jî jinên neteweyên cuda ji ber ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo wek azadiya xwe dibînîn heta pêngav bi encam nebe dê çalakiyên xwe bidomînin.”