Em di sedsala 21ê de dijîn. Bêyî ku rastiya vê demê were naskirin, meşandina siyasetê ne gengaz e. Dema koledariya bi şêwazên cûr be cûr êdî bi dawî bû. Niha mirovahî di veguherîneke mezin re derbas dibe. Bêguman, ev veguherîn gelekî dijwar e. Lewre her gel û her hêz divê amade be ku li gorî ruhê demê veguherînê di xwe de pêk bîne. Bi vî awayî bikaribe xwe li ser piyan bihêle. Gelê kurd û bi taybetî jî jina kurd ji ve yekê ne bêpare.
Dema em hewl didin ji nêz ve li meseleya yekitiyê binêrin, zehmete ku kesek karibe bêje na. Lê dema ku behsa yekitiyeke ku di çarçoveya pîvanan de û bi pêvajoya têkoşînê ya rasteqîn re wekheve tê axaftin; yekparebûna fikrê dernakeve holê. Dema ku em rastiya kesayeta kurd a ji aliyê desthilatdarên serdest ên herêmî û navneteweyî ve hatiye afirandin li ser vê mijara nexweşiya desthilatdariyê zêde bikin, rêze şikestin û dubendiyên kûr derdikevin holê. Û ev yek nîşanî me dide ku diyardeya yekitiyê, dibe amûra demogojîk a destê derdoran.
Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de; welatê me Kurdistan û gelê me yê ku bi peymanên Sykes-Picot û Lozanê bûne çar parçe, di nav agirê vî şerî û li ber qirkirinê de berxwedaneke mezin û bi lehengî nîşan didin. Lê ji bo bidestxistina serkeftineke teqez û statûyeke siyasî ya azad û demokratîk, hem diyarkirina dînamîkên me yên hundirîn û hem jî pêwîste yekitiya me ya neteweyî di asta herî jor de bê avakirin. Di welatekî ku nivşên pêşerojê; tê de azadî, demokrasî û aştiyê bijîn, tu rêyeke din nîne ku em xwe jê dur bixin û di çerenûsa ne diyar de bihêlin. Wek jinên kurd a li çar perçeyê Kurdistan û derweyî welat ev erk dikeve ser milê me hemûyan. Li ser maseya ku dê di encama diyalogê de bê avakirin, ji bo careke din windahiyên mezin nebînin, pêwîst e ku yekitiya neteweyî ya Kurdistanê tacîdar bibe.
Siyaseta demokratîk ku şeklê vekîrî yê azadî û polîtîkaya civakî ye, bi mijarên demokratîk re pêk tê. Têkoşîna ku li Kurdistanê ji herêmî ber bi gerdûnî ve diherike û formên sematîk û pêkhatî yên pêre hatine afirandin, derxistiye holê ku mijarên siyasî û demokratîk ên serdemê jin in. Îspat kiriye ku azadiya jinê pîvana azadiya civakê ye. Ji ber wê, pêkhatina yekitiya neteweyî, hêza jinê ya li ser esasê îdeolojiya rizgariya jinê bi welatparêzî, îradeya azad û rêxistinbûyîna têkoşînê û li ser vê bingehê ji bo jiyaneke xweş û rast armanc dike xwedî girîngiyeke diyarker e. Erka yekemîn a siyaseta demokratîk ew e ku civaka exlaqî-polîtîk ji bo jiyaneke baş û rast bigihêje erka xwe ya rasteqîn. Girîngiya dîrokî ye ku jin di eksena yekitiya neteweyî ya demokratîk a li ser bingeha yekitiya gelan de; di nava xebatên yekitiya neteweyî de cih bigire. Eger jin di qada siyasî de bi ser bikevin, bibin xwedî îrade û li dijî pêkhateyên dewletparêz û hiyerarşîk têbikoşin ev yek pêkan e. Tevgera jinê ya ku ziman û çanda xwe diparêze û felsefeya xwe ya jiyanê ji bo azadiyê ava dike, wê di xebatên yekitiya neteweyî de roleke dîrokî bilîze.
Ji ber ku ji destê dagirkerên Kurdistanê herî zêde jinên Kurd êş kişandin e. Niha li welatê me dema têkçûna dagirkeriyê ye. Em jin nikarin li bendê bin û li pêvajoyê temaşe bikin ka wê çi bibe. Ancax em dikarin bi mudaxelekirina vê pêvajoyê bêjin ku me erka xwe ya neteweyî bi cîh aniye.
Hevbeşiya jinan û mudaxeleya wan a li siyaseta şaş dikare bingeha yekitiya neteweyî ava bike. Di vê demê de siyaseta şaş dikare bi xwe re êşên mezin bîne. Berya her tiştî li dijî dagirkerên Kurdistanê bi hezaran jin, ciwan û bi giştî gelê Kurd berdêlên mezin dane. Xwedî ezmûnên giranbiha ne. Careke din nikare çarenûsa xwe bixe destê dijminên xwe. Ji ber ku di her warî de gelê kurd li herêmê ji dagirkeran bi hêztire û li ser şopa heqîqetê dimeşe. Ev meş her derê ronî dike, zelal dike, azad dike. Stêrka gelê kurd li esîman diçirûse. Dijminên kurdan jî di taritiyê de difetisin. Mafê tu hêzê tuneye ku gelê kurd berbi vê tarîtiyê ve bibe.
Bi avakirina ruhêkî neteweyî ya jinên kurd wê gaveke din dagirkerên Kurdistanê berbi tarîtiyê ve bibe û gelê kurd jî bibe serkeftinê.