Daxwaza welateke azad û jiyaneke wekhev û tekoşîna bi vê mebestê tê meşandin tu carî bê bedel nebûye. Navê bedelê ji bo mirovên têkoşer an bûye mirin, an dîlitî û an jî sirgûnî. Nemaze jiyana kurdan bi van her sê pêyvan dorpêçkirî ye. Ez ne bawer im ku kurdek hebe ku bi van rastiyan re rûbirû nemabe. Ne mimkun e. Bêguman sedema vê yekê bindestbûna kurdan nîne, lê berxwedêrbûna wan û serînetewandina wan e.
Ev demek e, girtiyên azadiyê yên ku ji sih salî zêdetir in, di zindanên Tirkiyê û Kurdîstanê de ne hatine dîlgirtin, ji erd û dîwarên beton dertên û gavê diavêjin ser axê. Roza jî yek ji wan dîlên azadiyê. Di girtîgehê de mirov hesretî gelek tiştî ye. Lê yek ji hesretiyên herî mezin pêxistina agir e. Di dîmenên wê yên destpêkê de li ber xulava agir çongkirî dikene Roza. Xuya ye hesreta xwe ya yekemîn tîne cîh. Jiyana li derve bi çirûskeke agir ji nû ve destpê dike. Roza wek jina herî dirêj di girtîgehên Tirkiyê de girtî maye, 32 sal şûn de bi gotina wê bi “azadiya îzafî” çavên xwe li esmanên bêdawî digerîne.
Di navbera wan de pirek heye
Girtigeh wek rawestgeheke jê revîn nabe, di jiyana mirovên serîhildêr de ciheke girîng digire. Ya rastî parçeyek ji jiyana derve ye, an jî berevajî vê jiyana derve parçeyek zindanan e. Û herdû jî parçeyên tekoşînê ne. Mirov nabêje, “ez ê ji cihê ku lê mame berdewam bikim.” Girtîgeh jî di nav berdewamiyê de ye û tu carî nabe “navberek”. Û dema mirov girtiyên sîh salî zêdetir bifikire, jiyana hundir dibe jiyana esas û derve ya li kêlekê. Di navbera wan de pirek heye ku hêviyê xurt dike. Hevalnava Roza, Roza Luxemburg di girtîgehê de di nameyekê de dibêje “ez di tariyê de ji jiyanê re dibişirim, wekî ku ez bi sirekî bizanibim ku her tiştê xirab û xemgîn dê ji holê rake û ronahî û bextewariyê bîne. […] Ez bawer dikim ku ev sir jiyan bi xwe ye […]. Jiyan bi vî rengî ye û divê em tevî her tiştî jiyanê bi cesaret, bê tirs û bi ken pêşwazî bikin.” Ya ku ez wek “pir” pênase dikim û Roza jî wek “sir” bi nav dike, ev sir têkiliyê zindî dihêle. Lê dema ev zindîbûn kêm bibe, “zincîra bêdengiyê” destpê dike.
Di rojên derbasbuyî de li Amedê civîna bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên Derdora Girtiyên Siyasî yên Jin” hat lidarxistin. Di konferansê de rewşa jinên girtî di asta navneteweyî de hatin nîqaşkirin. Hişyariyek di derbarê girtîgeh û girtiyan de yek ji bingehîn armancên konferansê bû. Lê ligel mijarên derbarê rewşa girtiyên jin û nexweş ev konferans wek civîna bixêrhatin-kirina girtiyên azadiyê bû.
Pêşkeşî, tecrube û çavdêriyên hatin parvekirin nîşan didin ku rewşa girtiyên siyasî û şert û mercên ku kesên girtî tê de derbas dibin wek nîşaneyên rewşa giştî ya azadîyên siyasî, şexsî û sivîl û mafên mirovan bi giştî li welatekî diyar dikin. Girêdayî vê, rewşa girtiyên jin rewşa jinên wî welatî jî diyar dikin. Ev ji hêla helwesta desthilatdaran ve wisa ye. Ango li welatê ku tê de her roj herî kêm jinek ji ber zayenda xwe tê kuştin de mirov nikare li bendê be ku jinên girtî bi helwesteke baş re rûbirû bimînin. Lê gelo ji hêla me de çawa ye, divê çawa be? Em kîjan jiyanî layiqê xwe dibînin? Jinên ku zêdetirî nîvê jiyana xwe di pişt dîwaran de derbas kirine bersîva “çawa” didine me. Di dilê wan de girtiyên li dû mayî, rûyên wan de bişirîna bi sir, bi cesaret û bê tirs. Roza li Bazîdê ji girseya ku ew bi rêzdarî pêşwazî kir re digot, “ez bejna xwe li ber we natewînim, hûn jî bejna xwe li ber min netewînin. Em bi hev re bejna xwe bilind bikin.” Wekî ku bêje, “em li ku mabûn.”
Tu bi xêr hatî Roza. Ez nabêjim tu bi xêr hatî azadiyê. Tu her azad bûyî. Tu bi xêr hatî “azadiya îzafî”, bi xêr hatî nava me, bi xêr hatî têkoşîna kêleka zindanan.