Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hevgirtinê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ji bo binpêkirina mafên girtiyên jin li pêşiya Edliya Amedê daxuyanî da. Rêveberên MED TUHAD-FEDê, TUAY-DERê, nûnerên rêxistinên sivîl, Dayikên Aştiyê, Hevserokên DEM Partî û DBPê yên Amedê, parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç û parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Di çalakiyê de wêneyên jinên hatine kuştin hatin hildan. Polîsan destûr neda ku wêneyê Sakîne Cansiz were hildan. Herwiha pankarta ‘Azadiya Jinan Avakirina Civaka Demokratîk e’ hat vekirin. Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî û Bijî Berxwedana Zindanan” dest pê kir.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka TUAY-DERê ya Amedê Yeter Erel Tuma ve hat xwendin. Daxuyanî tenê bi zimanê tirkî hat xwendin.
Paştî daxuyaniyê parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û diyar kir ku li girtîgehan îşkence berdewam dike û got: “Li ser girtiyên nexweş astengî hene, girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Çawa ku li derve tê xwestin vîna gel were tunekirin, di heman demê de tê xwestin li girtîgehan jî vîna hevalên me girtî bê şikandin. Tundiya li ser civakê tê kirin, nîşana tundiya li ser girtiyan e. Lê girtiyên jin serî natewînin. Neçareserkirina pirsgirêka kurd bandora xwe li ser girtîgehan dike. Azadiya girtiyên jin bi destê lîjneyan girtîgehan tên astengkirin. Divê zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. Heta ku tevahiya girtiyan werin berdan wê têkoşîna me berdewam bike.”
