12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Azadiya Abdullah Ocalan xwestin

Malbatên girtiyan di çalakiyên “Deng bide azadiyê” de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin.

Malbatên girtiyan li Amed û Mêrdînê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam kirin.

Amed

Malbatên girtiyan, çalakiya “Deng bide azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber AZC Plaza ya Ofîsa Amedê li dar xistin. Ji bilî gelek malbatên girtiyan rêxistinên DBP û DEM Partî, MED TUHAD-FED û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn.

Çalakvanan pêşmalkên li ser “Deng bide azadiyê” nivîsandibû li xwe kirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin.

Malbata girtiyan Nazîme Boltan bi bîr xist ku bi mehan e di çalakiyê de ne û ev tişt got: “Daxwazên zarokên me bi cih bînin. Zarokên me azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Em çawa bi zarokên xwe re hevdîtinê dikin bila Abdullah Ocalan jî hevdîtinê bike. Em naxwazin zarokên me tu çalakiyên din bikin.”

Yek malbateke din a girtiyan Rabîa Ataş jî çalakiya girtiyan a ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha got: “Heke tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe dê tecrîda li ser zarokên me jî rabe. Ez hefteya borî çûm girtîgehê. Dema zarokên me hatin hevdîtinê lêgerîna tazî kirin. Keça min di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Em vê zilmê qebûl nakin.”

Nûray Abay, anî ziman ku bi salan e nêviyê xwe yê dîl girtî nedîtiye û diyar kir ku ev yek zilm e û xwest tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya bi dirûşmeyan hate lidarxistin bi dawî bû.

Mêrdîn

Malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê li Mêrdînê bi banga “Deng bide azadiyê” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. Girseya ku li Parka Karayollari hate gelhev, pankarta “Tecrîdê bi dawî bikin” vekirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Necla Acibûca, diyar kir ku heta tecrîd were rakirin dê dengê xwe derxînin, li kolanan û qadan bin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê