Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Cizîrê bi tevlîbûna Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Parlementerên DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, hevserok û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên navend û navçeyên Şirnexê, aktîvîstên TJAyê, rêveber û endamên saziyên civaka sivîl, li salonekê 2yemîn kongreya asayî pêk anî. Li salonê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şehîdê Demokrasiyê Sirri Sureyya Onder hatîn daliqandin. Piştî hilbijartina dîwanê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di kongreyê de axivî û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyînê û wiha got; “Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve divê teqez rêxistinbûyînek xurt pêk were. Kengî ji aliyê rêxistibênyînê em qesl mane wê demê me winda kiriye. Cizîr di dirokê de cihekî xwe heye. Divê Cizîr ji bo Botanê bibe pêşeng û bayê rêxistibûyîna Cizîrê li her derê belav bibe.”
Ayşegul Dogan da zanîn ku ev pêvajo dê li ser du bingehan ava bibe û wiha berdewam kir: “Ev pêvajo divê li ser du esasan bidome. Yek aştiyek bi rûmet û mayînde, ya din avakirina civaka demokratîk e. Dema ev herdu alî pêk hatin wê demê mirov dikare bibêje pêvajo bi ser ket. Piştî banga Birêz Abdullah Ocalan PKKê biryara fesîhkirina xwe da. Bi destê xwe çekên xwe şewitandin. Di Rojhilata Navîn de em di pêvajoyek wisa de ne ku her hêz destê xwe diavêje çekan. Lê em xwedî tevgerek wisa ne ku li Rojhilata Navîn dikare çekên xwe bişewitîne. Di dîrokê de fikrek wisa, gavek wisa nehatiye avêtin.”
Piştî axaftina Ayşegul Dogan rapor hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de rêveberiya nû hat hilbijartin û kongre bi dawî bû.