Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda partiyê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Ayşegul Dogan bal kişand ser tayînkirina qeyûman û pêşniyarqanûna hevpar a partiyên muxalîf a li dijî qeyûman. Ayşegul Dogan, wiha got: “Divê ev pêşniyarqanûn were qebûlkirin û qanûn biguhere. Meşa Azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin, weke sedema cezayê hefsê yê Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hatiye nîşandan.
Ayşegul Dogan anî ziman ku ji bo ku aştiya civakê pêş bikeve meşiyan û wiha axivî: “Ji bo ji aştiyê re firsendek çêbibe meşiyan. Me xwest tecrîd were rakirin meşiyan. Em ji bo çareseriya pirsgirêka kurd meşiyan. We ji vir çawa sûc afirandine? Ev dibe sûcekî çawa ku dadgeh li ser wê biryaran dide?”
‘Tecrîd dide windakirin’
Di berdewamê de Ayşegul Dogan bi bîr xist ku di biryarên dadgehê de ji bo tecrîda li Îmraliyê têgeha “qaşo” tê bikaranîn û wiha pê de çû: “Çawa yanî tecrîda qaşo? Qaşo nîne. Bi sala ye ev tecrîd didome. Ji sala 1999’an heta niha ev welat bi tecrîdeke sîstematîk tê birêvebirin. Ev welat ji ber rejîma tecrîdê winda dike. Hûn ne tenê bi kurdan û hêzên demokrasiyê didin windakirin. Tevahiya Tirkiyeyê winda dike. Çima? Ji ber ku bloka îktîdarê wisa dixwaze lewma. Baş e lê gel vê dixwazin? Na.”
Meşa azadiyê ne sûc e
Di dirêjiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan ev tişt anî ziman: “Tevlibûna Meşa Azadiyê sûc nîne. Nabe ku ev yek weke hinceta tayînkirina qeyûm were nîşandan. Geşedanên li cîhanê û Rojhilata Navîn, çareseriya meseleya kurd ferz dikin. Zemîna çareseriyê heye. Em careke din bang dikin; ne bi polîtîkayên neçareseriyê lê bi gavên şênber û polîtîk ji vî dengî re bibin bersiv.
Rêya çareseriyê Îmralî ye
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku şer ji bilî mirin, êş û hêsrên çavan tu tiştek neda vî welat û wiha bi dawî kir: “ Îxtîmaleke din jî heye; dibe ku derfetek hebe. Rêya afirandina vê derfetê jî ev e; tecrîdê rakin. Birêz Ocalan, bi eşkereyî peyama çareseriya demokratîk a meseleya kurd da. Deriyên Girava Îmraliyê vekin. Heke derfetên mercên birêz Ocalan qal dike bên afirandin, belkî jî zemîna siyasî û hiqûqî ya qala wê dike ava bibe. Em careke din dibêjin; em li ser gotina xwe ne. Li şûna ku bi cezayên disiplînê, bi qedekirina hevdîtina bi parêzeran re tecrîdê bidomînin, guh bidin deng û peyama birêz Ocalan. Van qedexeyan rakin û bi mezinkirina hêviyê bersivê bidin.”