17 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ayşe Şan dê li Amedê were bi bîranîn

Dengbêja Kurd Ayşe Şan dê salvegera dilovaniya xwe de li Amedê bi Şano, konser û panel were bi bîranîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amed dê dê dengbêja kurd Ayşe Şanê, di 29emîn salvegera mirina wê de bi bernameyeke ku du rojan bidome ya ku ji şano, panel û konserekê pêk tê, bi bîr bîne. Daîreya Çand, Huner û Karûbarên Civakî dê di 17-18ê kanûnê de ji bo Ayşe Şanê bernameyeke bîranînê li dar bixe. Di bernameya du rojan de, jiyan, huner û mîrata Ayşe Şanê ya ji bo muzîka Kurdî dê di bin sernavên cûrbecûr de werin nîqaş kirin.

Bernameya bîranînê dê di 17ê kanûnê de saet di 18:30an de li Salona Çandê ya Alî Emirî bi pêşandaneke şanoyê dest pê bike. Lîstika ku ji hêla Berfîn Zenderlioğlu ve hatiye amadekirin û li ser jiyana Ayşe Şanê disekine, dê ji temaşevanan re were pêşkêş kirin.

Di roja duyemîn a bernameyê de, di 18ê kanûnê de saet di 13:00an de li ser gora Ayşe Şanê ya li Goristana Yenîkoyê merasîmeke bîranînê dê were lidarxistin. Di heman rojê de, saet di 18:00an de, li Salona Çandê ya Alî Emirî paneleke bi navê “Jiyana  Ayşe Şanê a Muzîkê” dê were lidarxistin. Bi moderatoriya Saliha Ayata, panel dê pêşkêşiyên Berfîn Zenderlioğlu bi navê “Muzîkjen û Hunermendeke Jin: Ayşe Şan” û Zeynep Yaş, Seroka Daîreya Çand, Huner û Karûbarên Civakî bi navê “Jiyana Ayşe Şanê û Cihê Wê di Muzîka Kurdî de” pêşkêş bike.

Piştî nîqaşa panelê, saet di 19:30an de konsereke taybet ku berhemên Ayşe Şanê pêşkêş dike, dê were lidarxistin. Bi beşdarbûna 25 hunermendan, deng û muzîka Ayşe Şanê dê careke din li Amedê deng vede.