Berdevka Tevgeran Jinên Azad (TJA) a berê Ayşe Gokkan a ku niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê girtî ye bi rêya nameyekê dayikên ku di têkoşîna aştiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û yên ku hê jî têkoşîna aştiyê didin jî bi dil germî ew silav kir. Ayşe Gokkan di nameya xwe de balê dikişine ser têkoşîna dayikan a ku li dijî pergalê dane meşandin û ya ku hê jî tê meşadin de got: “Em di vê rojê de we yek bi yek bibîr tînin bejna xwe li ber we ditewînin. Tu hêzên ku bikaribin we ji vê rêyê wegerînin tunene.”
Nameya ku Ayşe Gokkan ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê şandiye bi vî awayî ye: “We aştî di bin êrîşên dijwar de bi ruh û can kir. Çîrokên we yên spî di bin postên şerxwazan de dipelçiqin û di dadgehên wan de hatin darizandin. Lê we dîsa jî hemû ked û jiyana xwe diyarî berxwedana aştiyê kir. Tu hêzên ku dikaribin we ji vê rêyê wegerîne tune. We bi banga xwe ya aştiyê re fermana bêdengiyê veçirand. Di bin êrîşên hovane û neyarên aştiyê de we tu car dilê xwe ji jiyanê sar nekir. Jîndarî û Jînewar rêya ku we diyarî deh milyonan xelefên xwe kir. Rêbaza zanistiya we: Hêzdariya aştiyê ewlehiya hemû zindiyan e.
‘Berxwedana we şax û dax dide’
Hûn di lêgera aştiyê de çêtir hînbûn ku her welatek xwediyê berhemek bêhempa ye, ya Kurdistanê jî berxwedana heftber e, heftîk diwelide li heft duwelan belav dike. Va ye bi rêve diçe. Dayikên rûmet hûn jiyana me ya xwebûnê ne, miradê we di ber we de nemîne, berxwedana we şax û dax dide. Em di vê rojê de we yek bi yek bibîr tînin bejna xwe li ber we ditewînin.”
Em tu car we ji bîr nakin.
Ayşe Gokkan– Zilimxaneya Sîncanê.”
ÇAVKANÎ: AJANSA WELAT