2yemîn danişîna doza aktîvîsta TJAyê Ayşe Gokkan li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Ayşe Gokkan bi kurdî parastin kir û beraeta xwe xwest. Lê heyeta dadgehê dîsa daxwaza Ayşe Gokkan û parêzeran red kir û biryara berdewama girtina wê da û doz taloq kir.
Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Herêma Efrîkaya Bakur Rojhilata Navîn (NADA) daxuyaniyek da û banga piştgiriya bi Ayşe Gokkan re kir. NADAyê di peyama xwe ev tişt got “Em pêşketinên di darizandina aktivîst Ayşe Gokkan a ku jiyana xwe di riya mafên gelê Kurd û parastina mafên jinan de derbas kiriye de bi fikaren mezin dişopînin. Berê berdevka Tevgera Jinên Azad bû, dengê bilind ê jinên ku serî ji zulm û şîdetê re neditewandin bû.”
NADAyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku rayedarên ji dengê bilind ê jinan ditirsin, tekoşîna wê weke “sûc” dibînin, têkoşîna meşrû ya Ayşe Gokkan a ji bo parastina rûmet û berxwedanê, bi sûcdariyên bê bingeh pênase dikin û wiha got: “Îro piştî temyîzê dê doza wê careke din were dîtin. Em weke Tifaqa NADAyê em vê dozê dişopînin. Gelo dê li gorî rêgezên edaletê be, yan serîtewandina li dijî zextên siyasî be? Darizandina aktivîsteke weke Ayşe Gokkan mijareke şexsî nîn e; têkildarî azadiya jinan û diyarkirina çarenûsa wan bi xwe ye. Mijareke mirovî û exlaqî ye.”
NADAyê bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî van kiryaran derkeve, binpêkirina mafên mirovan bibîne, berpirsyariya xwe bi cih bîne û wiha domand: “Girtina jineke ku sembola berxwedanê ye û darizandina wê, ji bo jinên ku daxwaza mafên xwe dikin gef e. Hewl didin bi vê yekê çavên civakan bitirsînin. Tevgerên femînîst divê bi vê jina ku di mercên herî zor de ala azadiyê bilind kiriye re di nava piştgiriyê de bin û dengê xwe derxin. Divê hêzên demokratîk û gelên aştîxwaz, vê dozê weke sembola têkoşîna azadiyê ya li dijî zulmê bibînin. Em dizanin ku nikaribûne dengê azad bibirin, îradeya jinan bişkînin. Jinên di nava çar dîwarên zindanan de xwe îsbat kirin û rondikên xwe, veguherandin rûbarên biryardariyê. Em weke Tifaqa NADAyê, hevgirtina xwe ya bi rêhevala xwe Ayşe Gokkan re îlan dikin û diyar dikin ku ew çendî hewl bidin dengê wê bibirin jî dê dengê û dengê hemû jinên azad her dem bilind be. Azadî nikare were darizandin, edalet nayê hepskirin û berxwedana meşrû sûc nîn e. Ji ber vê yekê, em vê roja darizandina wê bikin roja hevgirtina cîhanî. Bila ji her derê cîhanê dengê jinan bilind bibe. Bila zincîrên gardiyanan nikaribin azweriya ji bo azadiyê bişkînin.”