27 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ayhan Ûrmiye: Rêya azadiya Rojhilat û gelên Îranê ji Îmraliyê derbas dibe

Newroza 2025an a ku piştî banga Rêber Apo bi coşekî mezin hat pîrozkirin. Herwiha ezmûna Rojava û Şoreşa Jin Jiyan Azadî bandor ne tenê li Rojhilat li seranserê Îranê kir. Gelên bindest rêya parastina xwe di vê felsefê de dibînin. Gel gehîştiyê wê encamê ku rêya azadiya Rojhilat û gelên Îranê ji girava Îmraliyê derbas dibe.

Îsraîl di 13ê hezîranê de bi êrîşên hewayî dest bi êrîşa li dijî Îranê dest bi êrîşan kir. Di êrîşan de fermandarên Îranê hatin kuştin. Herwiha zanyarên nûkleerî jî di nav hedefên Îsraîlê de bûn ku gelek ji wan jî hatin kuştin. Di êrîşên Îsraîlê de gelek welatiyên sivîl ên Îranê jî jiyana xwe ji dest dan.

Li dijî êrîşên Îsraîlê Îran di 14-15ê hezîranê de bi fuzeyan bersiv da. Êrîşên herdu aliyan ên li dijî hev bi rojane didomin. Di van êrîşan de heta niha herî kêm 639 sîvîl li Îranê 24 sîvîl jî li Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane. Tevî bangê heyî jî têkiliyên dîplomasiyê bê bersiv dimînin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ji ber êrîşên heyî bang li gelê kurd û partiyên kurd kir ku ji bo xweparastinê bibin yek.

Em der barê şerê heyî, sedem û encamên şer û banga PJAKê bi rojnameger Ayhan Ûrmiye re axivîn.

Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de çima û çawa destpêkir? Rejîma Îranê ji bo şer dibê çi, civak der barê şer de çi difikire?

Sedemên şerê navbera Îran û Îsraîlê vedigere Şoreşa Îranê ya sala 1979an. Dema Ayetulah Xumeynî, aşkere dijatiyê li hemberî Îsraîlê destpêkir. Piştî serketina şoreşê, yek ji siyasetên rejîma nû bilî dijatiya Îsraîlê hewla xwe dida ku şoreşê derbasî dewletên din bike. Pêwîst e em bizanin di aliyê îdeolojîk de rejîma Xumeynî şiî ye û piştgiriya hemû hêzêm şiî yên di Rojhilata Navîn de dike. Ji şiîyên li Iraq, Sûriye, Lûbnan, Yemen û Behreynê. Wî navek ji wê tevgerê re helbijart ¨Hîlala  (kevana) Siî¨. ew hêz çekdar dikirin û ew yek jî dijminatiya navbera Îran û Îsraîlê roj bi roj kûrtir dikir. Yek ji esasê îdolojiya Komara Îslamî ya Îranê têkbirina Îsraîlê ye.

Îranê piştre li ser enerjiya Atomî – Nûkler xebatekî mezin destpêkir û li hemberî hêzên Rojavayî û Îsraîlê tu tavîz neda. Di heman demê heta roja îro ew nakokî di gel tehdîdên Îranê li ser Îsraîlê berdewam bûn. Îranê bi xêra serê Milîtanên Şiî Ji Hizbûllaha Lûbnanê heta Heşdî- Şabî û Hûsiyên li Yemenê û herwiha rejîma Esed a li Sûriyeyê timî xeteriyek li ser hebûna Îsraîlê çêkir. Herçiqas jî Îsraîlê li hemberî wan hêzan berxwedida lê tirsa Îsraîlê ya mezin ew bû ku li Komara Îslamî a Îran bombeya atomî hebe û karibe wan têk bibe.

Piştî Kuştina Genaral Qasim Suleymanî serokê hêza Quds bi destûra Trump di sala 2020an de dominoya hilweşîna hêza Îranê di Rojhilata Navîn de roj bi roj lawaz dibû.

Piştî êrîşa Hamasê li ser Îsraîlê, serokwezîr Natanyahu got ew ê rûyê Rojhilata Navîn bi temamî biguhere. Wisa jî bû û Îsraîlê bilî şerê Xezayê, gurzên giran li Hizbûllahê jî xist. Rêberên wan teror kirin. Rejîma Esed roxa û piştre Îsraîlê di dilê Tehranê de Îsmaîl Heniye lîderê Hamasê kuşt.

Muzakireyên di navbera Amerîka û Îranê piştî ku Trump 60 roj oltîmatom da rejîma Tehranê weke diyar nedigehîşt encamê û ew derfeta dîrokî ji bo Îsraîlê çêbû ku bixwaze êrîşê Îranê bike.

Rejîma Îranê piştî Şoreşa Jin Jiyan Azadî bi pêşengiya jinan û ciwanan di hundirê xwe de jî gelekî lawaz bibû û rewşa aboriya gel jî nebaş bû. Lewra têkçûna hêza Îranê li derveyê welat, gendeliya di nav hikûmetê de û asêmana rewşa muzakereyên Enerjiya Atomê li gel Amerîka bû sedem ku Îsraîl bêguman be ku ew derfeta herî mezin e ku êrîşê Îranê bike.

Şerê heyî bandoreke çawa li ser civaka Îranê dike? Alîgirên rejîma Îranê di vî şerê de çi difikirin?

Piraniya civaka Îranê li dijî hikûmetê ye lê tu kes şer naxwaze. Di rewşa niha de gelekî sivîl tên kuştin û tu tedbîrên ku rejîma Îranê ji bo parastina sivîlan girtiye, nîne. Helbet di nav alîgirên hikûmetê de jî tirsekî mezin heye. Ji ber ku ew desthilata xwe ji dest didin.

Êrîşên li ser Tehranê pir dijwar in ku bilî Îsraîlê Amerîka jî ragihand ku divê her kes ji Tehranê derkeve. Heta vê gavê pirtir ji 2 milyon welatiyên Tehranê mal û karê xwe berdane û gelekî wan niha di bajarên din de bêderfet li benda encama şer in.

Hikûmeta Îranê dixwaze şer çawa were ragihandin? Em dikarin baweriya xwe bi nûçeyên ku ji aliyê Îranê ve tên parvekirin, bînin?

Ragehandina fermî ya Îranê tim di bin bandora desthilata hêzên leşkerî de bûye. Çend roj beriya niha Îsraîlê Televîzyona Îranê bombebaran kir. Piraniya nûçeyên ku niha li Îranê derdikevin propagadaya hikûmetê dikin. Hikûmet bi van nûçeyan dixwaze nîşan bide ku her tiştek baş e. Dewlet hewl dide ku rabigihîne ku pêdiviyên jiyanê ji nan, elekterîk, benzîn û hwd hene û ne ciyê tirsê ye. Li aliyê din niha FAKE NEWS jî gelek hene. Di heman demê de welatî dîmenên êrîşê dikişînin û li medyaya derveyî welat de belav dikin. Ji ber vê yekê bi giştî mirov nikare piraniya nûçeyên ku Îran dide bawermend be.

Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de bandoreke çawa li rojhilatê Kurdistanê dike?

Li rojhilatê Kurdistanê gelek bingehên fûzeyên balistîk hene û herwiha sîstema parastina hewayî, bingeha leşkerî zaf in. Lewma piştî Tehranê mirov dikare bibêje êrîşên dijwar dê li ser Rojhilat, bi taybet jî li ser bajarê Kirmanşanê pêk bên. Bêguman ew bandorek nebaş li ser jiyana kurdan çêdike.

Tu dikarî mijara fûzeyên balîstîk ên li Kurdistanê vebikî, li kîjan bajar hene ev û wek polîtîkayek li Kurdistanê zêdene an sedemên din hene?

Fermandar Emîr Elî Hecîzade, fermandarê Hêzên Hewayî yên Sipaha Pasdaran (ku di êrîşên dawî yên Îsraîlê de hat kuştin) 3 meh beriya niha di daxûyaniyekê de dibêje “Ger em îro dest pê bikin û her hefte bajarekî fûzeyan eşkere bikin, ew ê di nav du salan de neqede.” Ewqas pir in…

Meqseda wî ji “bajarên fûzeyan” bingehên ku jêr erdê û çiyayan de ye ku hejmarekî mezin ji fûzeyan diparêze. Helbet ku sedema ewlehî nayê diyar kirin ku ew “bajarên fûzeyan” li ku derê ne. Lê li gor daxûyaniya artêşa Îsraîlê gelekî wan li Rojavayê Îranê (rojhilatê Kurdistanê) de cih digrin. Herwiha li gor êrîşên Îsraîlê li ser wan bargehan mirov dikare bibêje ji sedî 60ê wan li Rojhelat û deverên nêzî Rojhilat de ne.

Kirmanşan û Îlam û herwiha li Loristanê de gelekî bargeh hene. Rojhelat bi salan e ji aliyê Îranê ve tê mîlîtarîzekirin lê di aliyê din de du sebebên girîng ê vê hene.

  1. Nêzûkatiya herêmê bo axa Îsraîlê.
  2. Çiya. Ji ber ku piraniya “bajarên fûzeyan” di dilê çiyayan de hatine avakirin.

Wek tê zanîn PJAKê banga serhildanê kir. Ev bang çawa tê nirxandin? Civak piştgirî dide vê bangê yan na?

Li gor min PJAK tenê tevgera bihêz û bi plan e ku dikare navbera çend rojan de her kesî bi rêxistin bike. Weke banga PJAKê de em dibînin ew daxwaza yekitiya hêzên Rojhilat dikin û amade ne ku bi partiyên din ê Îranê re bikevin hevkariyê. Têkiliyên wan bi kêmnetewên Îranê re xurt e û bi taybet piştî Şoreşa Jin Jiyan Azadî gelên Îranê bi kurdan û tevgerê bawermend in. Gelê Rojhilat xwedî ezmûn e ku ji Poldeştê di sînorê Naxcivanê heta Îlamê bi dirêjahiya hezar km dikarin bi pêşengiya jinan û PJAKê xwe birêxistin bikin. Xala girîng ew e ku jenerasyona dawî herî kêm 30 sal e bi tevgera Apoyî bawer e. PJAK gel e û gel ji amade ye. Gel dizane hêza leşkerî ya ku karibe wan biparêze PJAK e. PJAK dikare di demeke kin de herkesê birêxistin bike. Hêja ye ku ez bal bikşînim ser banga serdemê ya birêz Ocalan ku niha li Rojhilat baş tê fêm kirin.

Peyama Rêber Apo li Rojhilat çawa hat pêşwazîkirin? Ji bilî kurdan azerî, belûç û farsên ku xwedî li vê peyamê dertên hene?

Newroza 2025an a Rojhilat ku piştî banga Rêber Apo bi coşekî mezin hat pîrozkirin herwiha Ezmûna Rojava û Şoreşa Jin Jiyan Azadî ne tenê bandor li Rojhilat li seranserê Îranê hebû. Gelên bindest rêya parastina xwe di vê felsefê de dibînin. Asta têgeha gelan pir bûye û bûyerên 10 salên Rojhilata Navîn vizyonek nû daye wan. Bawer im gel gehîştiyê wê encamê ku rêya azadiya rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê ji girava Îmraliyê derbas dibe.

Îran piştî banga PJAKê zextên xwe yên li ser Kurdistanê guhertiye yan na?

Rewşa şerê dijwar li Tehranê bi taybet piştî kuştina gelek fermandarên hêzên leşkerî yê payebilind ê Îranê û herwiha nebûna hakimiyeta Îranê li ser herêmên xwe yên asîmanî derfet çênebûye ku were ser hemdê xwe. Ez bawer im heke Îran bikare pirtir li berxwe bide vê demê vê weke derfet ji mana xwe re şer bikişîne Rojhilat û bi behana ku kurd dixwazin ji Îranê cuda bin hesta neteweyî ya gelê xwe xurt bike û bixwaze Kurdistanê de şerek mezin li dijî kurdan destpê bike. Lê di nûçeyan de jî heye ku hinek hêzên leşkerî ber bi sînor rêketine û xwe amadeyî şer dikin. Herwiha bi propagandaya qirêj ew îmkan heye ku gelan ji hev re bike dijmin.

Kurd piranî xwe amade dikin ku xwe biparêzin û xwe bi rêxistin bikin. Gelek hîzbên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê daxûyanî dane û 6 xalên girîng anîn ser ziman. Ew daxûyanî ne tenê bo Kurdistanê ber ku modelek ji bo giştiya Îranê ye.

Rojhilatê Kurdistanê bi baweriya min xwe dûrî şer dike berku encamên şer tu carî baş nabin. Tevî ku PJAK daxuyanî daye ku ew ê gelê xwe biparêzin. Gel xwe ji her senaryoyekê re amade dike. Lê xeta sor, mafê rewa ê kurdan e. Ewê têkoşîn bikin û bi xwe bawer in.

Partiyên siyasî yên Îranê piştgiriya PJAKê dikin?

Di Şoreşa Jin Jiyan Azadiyê de PJAKê tevî 5 partiyên Rojhilat gelek daxûyaniyên hevbeş dan. Ew nîşan dide hewldanên mezin hene da ku yekitiyek ava bibe. Weke ku birêz Siyamed Moînî ji konseya rêveberiya PJAKê dibêje ku ew tenê hêzek e ku dikare hem di aliyê piratîk hem leşkerî her kesî rêxistin bike.

PJAK daxwaz ji hemû hêz û partiyên kurdî kiriye ku bibin yek. Heta niha Partiya Komeleya Zehmetkêşan erênî bersiv daye. Weke diyar di rojên pêşiya me de ew daxwaz û yekitî yê xurtir bibe û helwesta partiyên kurdan bibe yek.