19 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ayhan Bayar piştî 31 salan hat berdan

Ayhan Bayar ku berdana wî ji bo salek û 6 mehan hatibû taloqkirin û duh biryara berdana wî hate dayin, piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan.

Ayhan Bayar li Girtîgeha Hejmara 1an a Tîpa T a Rihayê dihat ragirtin û cezayê wî yê 30 salan di 14ê nîsana 2024an de xelas bû. Lêbelê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê berdana Ayhan Bayar ji bo salek û 6 mehan taloq kiribû. Duh der heqê Bayar de biryara berdanê hate dayîn. Piştî biryara berdanê, Bayar îro ji girtîgehê hate berdan û li pêşiya girtîgehê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Wekîlên DEM Partiyê Newroz Uysal û Ferît Şenyaşar jî di pêşwazîkirinê de cih girtin û beşdaran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Ayhan Bayar li vir axaftineke kurt kir û got: “Rêbertiya me hêj girtî ye û hevalên me di girtîgehê de ne. Heta ku Rêbertî û hevalên me azad bibin dê têkoşîna me bidome. Em hevalên Şêx Seîd û Seyîd Rizayan e. Em lêgerînvanên heqîqetê ne. Ev lêgerîna me dê heta dawiyê bidome.”

Piştî pêşwazîkirinê, Ayhan Bayar tevî malbata xwe ber bi Silopiya ya Şirnexê ve bi rê ket.