12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ayetûllah Xamaney: Geşedanên li Sûriyeyê planên DYA-Îsraîlê ne

Lîderê olî yê Îranê Xamaney bûyerên li Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku bûyerên li Sûriyeyê diqewimin plana hevpar a DYA û Îsraîlê bû. Xamaney bêyî ku navê wê bilêv bike bal kişand ser rola Dewleta Tirk jî.

Piştî hilweşandina rejîma Esad a li Sûriyeyê, lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Xamaney rojevê nirxand. Xamaney bal kişand ser hilweşandina rejîma Esad û anî ziman ku bûyerên li Sûriyeyê diqewimin ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine plankirin.

Xamaney bêyî ku nav bide bal kişand ser Tirkiyeyê û got, “Belê hikûmeta cîranê Sûriyeyê li vê qadê roleke aşkere lîst û hîn jî dilîze. Her kes dikare vê bibîne, lê belê faktorê esasî odeya kontrolê ya komploger a li Amerîkayê ye.”

Xamaney îdîa kir ku delîl hene ku nîşan didin, bûyerên li Sûriyeyê diqewimin plana hevpar a Îsraîl û DYAyê ye.

Xamaney diyar kir ku wê li ber xwe bidin û got: “Hûn çiqasî zextê li ser berxwedanê bikin, berxwedan wê ewqasî xurt bibe. Yên ku havênê berxwedanê nizanin ji wan heye ku Îran wê lawaz bibe.”