Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 5’emîn kongreya xwe ya awarte li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya Enqereyê pêk anî. Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes tev li kongreyê bûn. Li eywana ku kongre lê pêk hat pankartên “Ciwanên kurd pêşengên Ronesansa Rojhilata Navîn in” û “Hûn hilweşînin em jin em ê ji nû ve ava bikin” hatin daliqandin.
Kongreyê bi rêzgirtina ji bo kesên li Qamişloyê di encama êrîşên SÎHA’yan de hatin kuştin û hemû şehîdên azadiyê hat destpêkirin. Axaftina vekirinê ya kongreyê Bedriye Yorgun ku di dîvanê de cih girt kir. Yorgûn, behsa pêvajoya hilbijartinê kir û careke din bi bîr xist ku mekanîzmayên rexne û xwerexnekirinê di rojeva wan de ne. Yorgûn, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got, hemû saziyên navneteweyî tecrîdê rewa dikin. Yorgûn, destnîşan kir ku divê xeta têkoşînê ya ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan bê berfirehkirin. Bedriye piştî axaftina xwe rojeva kongreyê ragihand.
‘Em têkoşînê didomînin’
Piştî veguhertina rojeva kongreyê Alîkarên Hevserokên Giştî Zekiye Îlbasan û Faruk Tatli jî mafê axaftinê girtin. Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîogû jî mafê axaftinê girt û anî ziman ku ew ne bêhêvî ne û ev tişt got, “Em her sibe çavê xwe bi êrîş, binçavkirin û girtinan vedikin. Lê ligel van hemûyan jî em têkoşîna xwe didomînin. Ger hûn hebin û em hebin dê têkoşîn bidome. Heta ku pirsgirêka kurd li vî welatî çareser nebe, ne demokrasî û ne jî aştî nayê welêt. Em ji bo aştiyê israr dikin.”
Hevserok dê li ser karê xwe bimînin
Piştî axaftinan rapora xebat û malî ya DBP’ê hat xwendin. Kongre bi rojeva hilbijartinê hat berdewamkirin. Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ku duh ji Partiya Kesk a Çep îstifa kiribûn, di serdema nû de bi yekdengî careke din ji bo Hevserokatiya DBP’ê hatin hilbijartin.