Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ev zêdetirî 20 meh in jî tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Serlêdanên malbat û parêzerên bi daxwaza hevdîtinê tên kirin an bêbersiv tên hiştin an jî bi hinceta “cezayê disiplînê” tên redkirin. Li gel malbat û parêzeran, hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û biraziyê Abdullah Ocalan endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Omer Ocalan ji ber ku ev 20 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin, bi daxwaza hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dan. Lê belê wezaretê bersiva serlêdanê hê nedaye.
Şandeya CPT’yê ku di navbera dîrokên 20-29’ê îlonê de hatibû Tirkiyeyê, çû serdana Îmraliyê û ragihandibû ku bi Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din re hevdîtin kiriye. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 13’ê cotmeha 2022’yan de bi rayedarên CPT’yê re hevdîtineke rû bi rû kirin û dan zanîn ku CPT’yê derheqê şert û mercên Abdullah Ocalan de agahî parve nekirine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gor agahiyên ber destê wan, di dema serdana CPT’yê de Abdullah Ocalan derneketiye hevdîtinê.
Hevseroka giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr û Erdal Aydemîr jî bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin. Der barê serlêdana ku kirine de hevseroka giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Tecrîd veguheriye tecrîda civakî
Hevseroka giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz da zanîn ku piştî hevdîtina ser telefonê ya di 25’ê adara 2021’an de, tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Ev rewş jî di nava civakê de rê li ber fikaran vedike. Abdullah Ocalan, ji bo gelê kurd û gelên rojhilat kesayetekî girîng e. Agahînegirtina ji wî, di nava civakê de rê li ber fikarên mezin vedike. Tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, veguherî tecrîda civakî. Rêya çareseriya bidawîkirina tecrîda civakî jî bi guftûgoya bi Abdullah Ocalan re û azadiya wî ya fîzîkî re pêkan e. Lewma jî weke jineke siyasetmedar a kurd, min daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re kir.”
Abdullah Ocalan helwest girtiye
Aydenîz, bal kişand ser nederketina Abdullah Ocalan a hevdîtina bi CPT’yê re û ev nirxandin kir: “Heke Abdullah Ocalan derneketibe hevdîtina bi CPT’yê re ku raste rast ji pergala Îmraliyê berpirsyar e, ev nîşan dide ku xwedî helwest e. Ev helwest jî li dijî pergala hiqûqê ya Îmraliyê, pergala tecrîdê û şerê ku roj bi roj kûr dibê ye. Pergala tecrîdê nîşan da ku CPT êdî saziyeke serbixwe ya navneteweyî nîne. Ketiye pozîsyoneke ku berjewendiyên Tirkiyeyê diparêze. Nêzikatiya li hemberî Abdullah Ocalan, nêzikatiya li hemberî gelê kurd e. Kûrkirina tecrîdê, asta dijminatiya li kurdan nîşan dide. Polîtîkaya bişavtin û tunehesibandinê ya Komara Tirkiyeyê ku ev sed sal e didome, êdî veguheriye polîtîkaya tasfiyekirin û tunekirina kurdan û tunekirina destkeftiyên wan. Bi tecrîdê re jî bingeha vî şerî amade dikin. Her ku tecrîd giran dibe, şerê li Kurdistanê girantir dibe. Heke dengê Abdullah Ocalan were bihîstin ev rewşa şer dikare bi dawî bibe.”
Divê tavilê hevdîtin çêbe
Di berdewamiya axaftina xwe de Aydenîz, bi lêv kir ku tecrîda li Îmraliyê bûye pergala rêvebirinê ya AKP’ê û wiha pê de çû: “Lewma jî li Rojhilata Navîn rê li ber krîzên piralî vedike û gelên herêmê her tim li dijî hev di pozîsyona şer de ne. Li hemberî krîz, alozî û pergala kapîtalîzmê, perspektîf avakirina pergala demokratîk a Abdullah Ocalan heye. Bi vê perspektîfê dikare krîzên heyî bên bidawîkirin û ji bo gelên Rojhilata Navîn jî bûye hêvî. Ev perspektîf, li Rojava teşe girtiye. Dixwazin bi vê tecrîdê re rê li ber bigirin ku paradîgmaya azadîxwaziya jinan, ekolojîk û demokratîk a Abdullah Ocalan ji bo gelan nebe hêvî. Bi bihîstina dengê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî re dikare ev krîzên piralî tevek jî bên bidawîkirin û pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Pêvajoya di navbera salên 2013-2015’an de jî mînaka vê ye. Lewma divê tavilê pê re hevdîtin bên kirin.”
Divê li dijî tecrîdê helwest hebe
Aydenîz, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Desthiltdariya AKP’ê bi polîtîkaya xwe ya tecrîdê nîşan da ku êdî tiştekî bide civakê nemaye. Şerê ku bi meha ye li dijî başûrê Kurdistanê daye destpêkirin bes nekir ku niha jî êrîşî rojava dike. Ji bilî şer, xwîn û hêsiran tiştek di destê wan de nameye ku bidin civakê. Bi şer û nîjadperestiyê hewl didin xwe li ser piyan bigirin û wisa ber bi hilbijartinê ve biçin. Li kîjan deverê destkeftiyeke kurdan hebe, hewl didin wir tune bikin. Ev sed sal in ev polîtîka tê ceribandin. Çareserî ne şer û tecrîd e. Lê rê li ber vekirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û perspektîfa wî ye. Her kesê ku daxwaza demokrasiyê dike divê li dijî polîtîkaya tecrîdê derkeve û têkoşîna xwe mezintir bike.”