Platforma Saziyên Demokratîk dê di 4ê çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mitînga Hêvî û Azadiyê li dar bixe. Mitîng, dê saet di 13.00ê de were lidarxistin. Tê payîn ku ji bajarên derdorê jî gelek kes tev li mitîngê bibin.
Kesên dê di mitîngê de biaxivin diyar bûn. Di mitîngê de dê Veysî Aktaş, Çetîn Arkaş ku li Zindana Îmraliyê li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mabûn, hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û siyasetmedara kurd Leyla Zana biaxivin.
Di afîşa mitîngê de ev peyam hat parvekirin: “Azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadiya gelan û baweriyan û avakirina aştiyek bi rûmet e. Ji bo bangkirina azadiya rêber Abdullah Ocalan, bi hemû gelê xwe yê cefakar û kedkar re, bi sedhezarên ku dilê wan bi gelê me re ji bo aştiyê û azadiyê lê dide re di 4ê Çileya 2026an de li Qada Îstasyonê ya Amedê di mitînga mezin a “Hêvî û Azadiyê” de tên ba hev.”
