Di dîrokê de her çi qewimî be, wexta li ser zar û zimanan dibe çîrok û ev çîrok bi evînê ve tên girêdan, bûyer û serpêhatî çi qas bi êş bin jî di hişê mirovan de bêhtir cî digirin.
Tesîra çîrokên evîndaran her heyam û serdemê li ser mirovahiyê bandor kiriye.
Cih û warê evîndar lê jiyane ew der bi wate bûne. Rihê qehremanê çîrokan car caran derketiye pêşiya mekanan, an go şexsiyet daye cih û waran, şar û bajaran, deşt û çiyayan, bûye parçeyek ji kesayeta wan mirovan.
Çawa ku mirov teşeya xwe ji erdnîgarî û cih warên xwe digire, bi heman awayî teşeyê li cih û waran jî dike. Rihê bajaran an yê waran bibîrxistinê xwe ve, bi rihê mirovan re dibe yek.
Girava Axtermayê jî yek ji vî cihî ye, navê xwe rihê xwe ji efsaneya li ser hatiye gotin girtiye. Yek ji wan cihan e ku di kilam û strana de bûye behs.
Girav di nava gola Wanê de, ji çar giravan yek e. Di giravê de dêra Axtermanê ya ku dîroka wê digihîje sala 915’an heye. Keşe Manûel bi avahisazî û hunermendiya ermanan ev Dêr ava kiriye.
Her kes dizane di warê avahisaziyê de hunera ermenan çiqasî serkeftiye.
Berî çend rojan min derfet dît û ez çûm dîtina vî cihê bi nav û deng, heger nav û dengê wê kêm hatibe bihîstin jî, piştî vê nivîsê teqez divê her kes derfetê çêbike û here wir bibîne.
Destpêka rawestgeha me pêşî Tatwan bû, piştî gera li Tetwanê roja din me berê xwe da Gewaşê ji bo çûna girava Axtermanê.
Rê nêzîkî seatekê didomê lê mirov naxwaze biqede, ji ber xweşiya xwezayê ji seyr û temaşeyê têr nabe !
Xweza bi hemû renginiya xwe li ber çav raxistiye, çiyayên bilind, dar û ber, kanî û robar, hêleke çiya ji berfê spî dike, hêla din hêşîniya biharê.
Bi van dîmenên newaze, beriya em bigihin navçeya Gewaşê, li qeraxa golê cihê keştî jê radibin, em peyabûn û li keştiyekê siwar bûn, serê çend xuleka keştî bi rê dikevin, di vegerê de jî bi heman awayî her wextî derfeta vegerê heye.
Ji wê peravê ve girav nêzik e, di keştiyê de li ser gola Wanê rêwitiyek kurt lê bi dîmenê gelekî xweş derbas dibe.
Dema keştî nêzikayî li giravê dike û digihije, li hember menzereya efsûnî mirov şaşwaz dibe.
Dîmena giravê, mîna ji çîrokên mitolojik û efsanewî derketibe li pêşber te disekine!
Rengê golê yî şînboz, kendalê bilind, dengê qaqlibazan, qaqlibazê li ser çiyê lûsiyayî, derdor dar û berê behîva.
Û li ser kaşê bilind, bi hemî heybeta xwe, bi tena serê xwe û serbilind dêra Axtermanê xuya dike!
Ev tişt hemî pêkve hestek û bandorek cuda li ser mirov çêdikin. Diwarê dêrê bi tevahî bi nîgarên ji tewrat û incîlê çavkaniyê didin nexşadîne.
Her wiha, nîgarên hin ajalên negihiştine vê demê jî, li ser diwara ne. Rengê kevirê avahiyê, sekin û berga wê şîroveyek mîstîk didiyê.
Lê ji bilî van taybetmendiyan, tesîra pêştir ku li mirov dike, li ser devê şairê ermen Hovhanes Tumanyan, çîrok û efsaneya li ser vir hatiye gotin e.
Piştî çîrok li ser zar û zimana geriya, çi rast çi derew belav dibe û nifş bi nifş vediguhêze tê heta roja îro, hele çîrok li ser evîndaran hunandî be, tu carî ji bîr nabe.
Axtermanê jî xwedî çîrok û dîrok e. Li gorî efsaneya tê gotin, dibên, zemanekî keçeke pir xweşik û ciwan bi navê Tamarayê hebû, keça keşeyê dêra Axtermanê bû, ew û xortekî şivanê gundê dora giravê dil didin hevdû…
Her şev dema tên civanê hev, keçik fanosê bi destê xwe digire û cihê xwe nîşan dide,
Lawikê evîndar jî di şeva tarî de bi avjeniyê ber bi wê ve diçe. ( Riya avjeniyê jî ne nêzîk e, dûr û zehmet e) lê xort li gel zehmetiyê, her şev tê dîtina hezkiriya xwe.
Bi vî awayî roj derbas dibin. Lê ma dibe her tişt bi asayî bidome û biqede! Na!
Rojekê her çi dibe xeber diçe ber guhê keşe û vê yekê qebûl nake! Keça xwe û xortê şivan layiqî hev nabîne.
Radibe di şeveke ba û bager de fanosê bi destê xwe digere, (bi awayê keça xwe) di şeva tarî de bi berdewamî cihê xwe diguhere, da ku lawikê bextreş riya xwe nebîne şaş bike.
Xortê aşiq bi hêviya gihiştina hezkiriya xwe, bi vir û wir de avjeniyê dike, lê bêfedeye, heta diwestê ji taqet dikeve û bi hewar û gaziya ax Tamaraa, ax Tamaraa! can dide.
(Dibêjin navê giravê jî, ji gazî û nalina Ax Tamara yê tê )
Piştî Tamara dibihîze çi hatiye serê hezkiriyê wê, ew jî xwe li ser dike, bi êş û jana xwe diçe ser kendalekî û xwe diavêjê ava golê.
Herdu jî weke gelek hezkiriya, bûn qurbanê hezkirina xwe, ji ser rûyê erdê çûn, lê çîroka wan heta îro hat. Heta dinya hebe çîrokên bi vî rengî naqedin. Qehreman diguherin, hinek diçin hinek tên, netew û cih diguherin, lê çîrok naqedin…
Di rihê bajarekî de, yan giravekê de, li ser çiyayekî, li ber avekê, derdikevin pêşiya me û em çîroka xwe lê zêde dikin. Dibê ku jiyan ev be!