Îro ji Mêrdînê berê min li Amedê bû. Wexta di Siltan Şêxmûs re derbas bûm ber bi Kanî Genîkê ve ku riya Sûrgiçya ji me diqete, berî wê, şewlekî biçûçik hebû, ciyekî wiha rast, rastûçepên avekê zirav, derdor şînahî û mêrg û dardorên avîtiyekê, navbera girên tev darberû. Kon û çadirên wan hatin xeyala min, zerokên wan ber bi hespê diketin ku biqulipin wiyalî gir, şaxên darên xosan, hûnandina selikan û qîrewîra adetî… Qala Qereçiyan dikim, an jî Mitriban!
***
Belê disêwirim li ser vê dinya gewrik û hebûnê, ka em vegerin gerstêrka xwe ya wek jiyanê girover. Em werin qada xwe, Rojhilata Navîn, xaka tev bi xwîn, ked û xwêdana hatiye strîn.Warê hovane û dîsa warê şaristaniya qedîm, dergûşa mirovahiyê, lê bêsiûd û bê qeder e. Li çol û beriyê qewmê Samî, li çiya jî, çiyayî Hurî-Gutî. Li gor şertên jiyanê, çand û baweriyê dijîn, him cîran, him bazirganî, him jî şer; şerê serdestî û bindestiyê, zorhebûnî kedxwarî. Çiyayî têr in, cotkar, lê sewalkarî ne zêde. Lê berîvanî birçî, bedewî, tim dixwazin textê hikumdariyê. Di navbera wan de qewmekî bêwar, lê ticar, bazirgan. Di baweriya wan de (Hz. Mihamed bi lêvkiriye ku ji dehan nehê rizq di dansûstandinên bazirganî ango ticaretê de ye) nesîp bazirganî ye; qewmê Brahîm- Îbranî-Musa, Mûsewî, Yahûdî¸ Cihû bêwarin, ax tune. Lê ticar in, zane ne, dinya dîtinê, çand û baweriyan dikin bênder, fêhmdar in. Brahîm li axekê digere, dawiyê li derdora Qudsê, di şikeftekê de cîhê mezelê xwe, tirba xwe, cihekî ji bonî gora xwe dikire, a va qiyamet wisa radibe. Cihû ango Mûsewî dikevin pey xaka ku ji wan re hatiye wehdkirin! Şer tê heta îro; cihû û filîstînî di pêxela hev de, şerê bêeman dikin.
Hûn ê bibêjin te ji ku avêt ku; de sebir bikin!
Bi ya min jî di vê gerdûna bêserî û bêbinî de warê bextewariyê bihustek ax û malek li ser e; tê de xweşferîştehek rêheval, zarokên henûn û çend ajal, li kêleka tifika agirê rohnahiyê ku kalê min Zardeşt digot. Bihusta axê, dibe war, dibe welat, dibe Kurdistan ji bonî me. Ma ne va li Rojavayê dilê min û we cenga axek pîroz, warekî geliyê azadî û evînê, me kî nekirin qurban; Bavê Teyar (Cuma Xelîl Îbrahîm); ezîzê ber dilê gel, Ebû Leyla, Hisên Şawîş, Şêxê Sor (Remzî Tanrıkulu), HevrînXelef, Menîce Haco Heyder… û her wiha cangoriyên warekî azad!
Îca Cihûyên ku dan pey çengek ax, bûn sêwî, bûn bizrê qelandî yên jenosîdê, li mezelên gazê zilmek bêeman dîtin, va îro alim, serdest û zaneyên Cîhanê di qada pêkariyê de, lê wijdanê wan ne paqij e… belê, îca qewmekî din wateyek din dane jiyanê, dijberî Cihûyan û ax piştguh kirin; bila îro gepek nan hebe, xwediyê sibê Xweda! Serê xwe bi dinyê û jiyanê neêşînin. Dinya tev a me ye! Dibêjin ji Karaçiya Pakistanê li dinyê belavbûne. Ligel geştê qesef hûnandin, selik çêkirin, tar, tor, dehb pêçan, danîna xefik û dehban bû karê wan, tew bikaranîna şûr û mertalan, tewlo, wek lîstika sêrbazan, çûn nêçîra kewan, bûn nêçîrvanê keroşk û roviyan, bûn hosteyê def û zirnê, yên tenbûr û ribabê ligel hilberîna bêjing û seradan. Man lidarxêrên dîlan û govendan, kêfgerînên civatan, civatên şevên dirêj ên zivistanê. Kêfa rojê kirin şadiya dil û evînê, evîndar bûn, hesp ajotin mêrga hebûnê, hêz û coş dan mirov û civakan, mîna xwîna germ a xort û keçên bedew, mîna mertalsaz-karmertal Evdalo, wek Hesenê Evdalo koçek, bûn hêza jiyanê, herê lo xwediyê sibê Xwedê. Navê wan bû Qereçî, Mitrib, Roman, Torlaq-Tarlaq (Torlak Kemal, hevrêye Şêx Bedreddîn, wek lehengê wan ê wekheviyê) û belav bûn li dinyayê li jiyanê. Belkî hunera wan bala çend dilgeşên mirovahiyê kişand li sînema û wêjeyê, bi wan re em dilzîzîbûn, lê na ew jî weke me Kurdan, ew tev bi Kurdî-Kur(d)mancî dizanin, bûn wêderê alem û jiyanê, ma ne parçeyek ji civak û jiyana me ne. Va dilzîzekî hunerê, evîndarê çand û nivîsê Çiya Mazî romanek xweşhunandî li ser wan nivîsiye, dixwazim qal bikim, hûn bixwînin belbî maf bidin min! Bila em nebin fayînên xwendinê, xwe ji ber nedin alî, wele xwendin rohnayiye ha…
De bila çend rêzên rûpelên rengîn, wek rengîniya demsalan, li ber çavên we bin; Bi ber re nivîskarê me daye pey nepeniyeke di rêûrismên bûk û zavê de, gelo tê çi wateyê; “Bre Kîme, bre kîme?” / “Bre Hoca Ali!” / “Bre Hoca Ali’m var her kîme!” “O bizim damat olsun.” Û dû re herdu aliyên li hemberî hev bi hev re digotin; “Ala ala heeey! Ala ala heeey! Û dîsa bi hev re li çepikan dixistin.” Û ev şêwe li warê me jî… Rp. 24
Herê, ax ba mere dike, ax bang mirov dike, mere dikişîne ba xwe, ba warê gava ewil, dîtina rûyê erdêyî pêşî, belbî ew yara herî dilsoz û rasteqîn be. Ev jî razek nepenî. Çima axx… çi wate û rastiya wê heye! Binêrin lehengê me ku tê ser axa xwe çi dijî, tenê dîmenek;
“Nivînên min û Şefîq li ber hevdu danîbûn. Ez heyirî mam kuPîra Bîngolê ev zemberîşên bi nexşên xweşik û lihêfa bi rûyê spî ku bêhnek pir xweş jê dihat, çawa parastiye di nav van konan û çûn û hatinê de. Min bi kêf serê xwe danî ser zemberîşê û lihêf di xwe werkir. Em li ser piştê veketibûn û me di bin wî ezmanê sayî de li heyva mezin û stêrkan dinêrî.Carinan di nav re Şefîq dipeyivî û pirs ji min dikir. Lê min hey li stêrkên biçûk û mezin dinêrî, min li riya kakişînkê, li komstêrên bişikil dinêrî û bersivên kurt dida Şefîq. Wek apê Delîl dibêje, ‘Roniya xwezayê ne stêrk, mirov nikarin vemirînin, lê roniyên ku mirov çêdikin bi hêsanî her mirov dikarin v emirînin.’ Û belkî birra jî bi qasî mirovên li ser dinyayê dijîn stêrk hebin li hewa. Xeyal kûr dibûn û difikirîm li stêrkên dişibin dinyayê û îhtîmala giyanewerên li ser wan dijîn jî.” Rp. 68
Ma evîn jî bi bestika wan nagire û wan nakin dîwane, guh nade çînê, çi serdest, çi maqûl, çi xizan, çi qereçî, çi mitrib, dil e ev, serbest û bêaqil, li dil guhdare, bila zirnevanekî mitrib ma nebe evîndarê keçek maqûlê Kurdan! Bila lehengê me Meto raxe axîna dilê xwe û delodîniyê. Herê wele dilînî mirov dike wêrane ku nizane çi dike;
“Ecêbek bi min re çêbûbû û ez demek dirêj li hemberî wê mabûm qey, lewma apê min Delîl gopalek li pişta min xist.Min got qey bi şaşî ye û min him nerîna xwe û him jî pifkirina zirneya xwe didomand. Lê belê ji ber wê nediqetiyam. Apê min Delîl jî gopalek li defê dixist û yek li pişta min yan jî li çîpên min dixist. Carinan jî dihat xwe li bin guhê min dixist ji bo hişyariyê. Lê ez gavek du gavan jê bi dûr diketim, dîsa dihatim ba wê û min hemû hunera xwe nîşanî wê dikir. Carekê wê jî xwe şaş kir, lê bi xêra hevalên wê, dîsa serast kir. Aha ew sergovend Şebîxan bû kurê min… Dêya te bû.”Rp. 217/218
***
Herê awirên min wisa li mêrgê ne, belkî lehengên vê romanê li vê mêrgê kon vedabin, ma nabe, jixwe bajarê F’yê nezîkî vir e. Meto, Şebîxan, Adil, Sêvê, Delîl, Zerya, Apê Xelo… Tew ez dibêm belbî Adil û Sêvê li vira bi darçoqîtik lîstibin, Adil mina Ferhanê Hemo yê gundiyê me peyv li hev qulaptibin û gotibe, “Şepo yaptim, çilko vurdim*” yanî, “Min şepo kir û bi xweşzaneyî çilko lêxist.” Herê wele…
Bavê Min ê Mitrib
- Çiya Mazî
Roman
248 rûpel
Weşanxana Aryen-2024
Ez dibêm roman li benda xwendina we ye. Hûn ê bi xwendina wê poşman nebin.
—
*: Li ba me navê lîstikê Darçoqîtuik e; Darekî dirêj û yekî pir kin û herdû alî tûjkirî, ev çoqîtik e. Ku tu du keviran wek tifikê dînî ber hev û çoqîtikê deynî ser, dar di bin rakî, çoqîtika xwe bilind bikî û lêxî, nav dibe Şepo, mat Şepo ye û nezan, nexasim keçik wisa dilîzin, yanî Şepo lîstika keçikan e. Lê ku tu çoqîtikê deynî ciyekî hebikî rast, ji ber ku herdu alî tûj in, fersenda ku tu dar li seriyekî bixî, bilind bikî li hewa carekê bi teqilînî û paşê lêxî bi dûr ve bişînîn heye, ev Çilko ye û hunerê dixwaze. Ji sê derban pêk tê. Şepo du derb in. Ev zêde lîstika kurikan e û zaneyî w hostatiyê dixwaze…