10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Awirên Rojava

Hogir Berbir

Li xaka Rojava gelên ku berê di nav bêhêvîtî û tarîtiyê de mabûn, bi qadraja wan bûn sembola berxwedanê û bûn çavkanî gavên azadiyê ji nêzîk ve bibînin.

Meşa di çavên wan de dîrokek, berxwedanek, ji tarîtiyê bi ber ronahiya xaka pîr û kalan ve heye. Awirên wan ne tenê awaza bîranînekê; qêrîna hezaran salan nîşan dide. Bêdengiya serxeta Kobanî û Qamişloyê, di van awiran de xeyalên çikûsî dijenîne, pozikê solên qetiyayî bi şid li erdê dixin û deng vedidin. Ew çi jin, çi ciwan, çi kalepîr û zarokên ku li ber xwe didin, nebûn û nabine şervanên asayî, şervanên xwezayî ne, rojnameger in; dibin sembola berxwedanê, parêzvanên azadiyê, nûnerên rûmet, hêvî û têkoşînê.

Rojava-Bakur Rojhîlatê Sûriyeyê, ji erdnîgariyekê wêdetir sembola berxwedaneke dîrokî û nasnameyek e kûr a azadî û lixwegerîn û vegerînê ye. Rehê şoreşeke xwebûnî bi xwîna xwe av didin û deriyê ruhê şoreşeke yekbûyî ji çar parçeyan re vedike. Bingeha tekoşîneke mezin tê dayîn ku tê de gel li dijî pêkhateyên desthilatdariyê yên tunebûnê radiweste û li dijî qirkirin û serdestiya mêtingeriyê li ber xwe dide.

Çeka wan tenê ne amûrek e, ne sembolek e, wêneyek e. Rûmet e, nasnameyek e û parêzvan in. Emanetekî pîroz in ku di parastina jîngeh û nasnameyê re derbas dibin, xwe ji nû ve afirandine, parastina rûmeta gelê xwe ne. Êşa serketî û bidextxistina windahiyên dildarên xaka li benda azadiyê ku bi çend qadrajên kişandinê re vî dilî bê bidestxistin û bide jiyîn e. Li ser her qadrajê gaveke lehengên pêşerojê heye. Kêlî niha sekiniye û tenê nabe bendewariyek. Çav li ser wan awiran tên aliqandin, awir dibin parastina siberoja me; jinûvedanîna hêmanên jiyana ewlekariya me. Her gav dibe pêngava dengvedanê ku di dilê me de kulîlkên nû vebe û pelên wê di rehên me de jîn bide.

Di her dengvedana pêngavê de qadraja kişandina wêneyan dibe dîtin û belgeya berdest a pêvajo û rewşê. Gelek gelên xwecihî li dijî zilm û mêtingeriyê bi salan, bi hêviyeke ku bi rastiyê rû bi rû bên li ber xwe didin. Li xaka Rojava gelên ku berê di nav bêhêvîtî û tarîtiyê de mabûn, bi qadraja wan bûn sembola berxwedanê û bûn çavkanî gavên azadiyê ji nêzîk ve bibînin. Di dema şopên paşerojê de ku ji holê dihat rakirin û pêşeroj nedihat dîtin, hêzên alên reş ên ku ji aliyê cîhana nûjen li ser me hatibûn ferzkirin, hêza qadraja wênekişandinê jinûveteşekirina nasnameyê hate dîtin.

Li kolanên veşartî yên Kobanî û Qamişlo, navê vê jinê dibe efsane, dibe Cîhan û deriyê Cîhanek e nû li me vedike. Ew rojnamegerek e, şervanê kişandina wênekêşiya xwe ye ku li ser agirê paşerojê û nediyariya pêşerojê li ber xwe dide. Ne tenê bi bedena xwe, bi dil û nasnameya xwe ya jinê jî şer dike. Di navbera zeman, erd û mirovan de weke pirekê radiweste. Her awirên wê mîna qîrîneke kûr a dayikekê ye ku bi çavên zarokên xwe li cîhaneke nû dinihêre, wêneyan dikişîne û berhev dike. Ew awir ne tenê dijmin, neheqiya salan, êşa dîrokê û şopa zilmê tîne têk dibe, kêliya ku di wê demê de di qadraja wênekişandinê de disa radiweste jî jî têk dibe.

Divê neyê jibîrkirin ku ev berxwedan bêyî Nazim nameşe. Ji şahidiya tekoşîna nûçegihaniyê wêdetir, gavên ku gel ber bi azadiyê ve diavêjin dibe. Dibe kenek û li ser erd û asîmanê Rojava bi heqîqetê re rû bi rû tên. Di heman demê de bi şoreşeke veguherîna bîrdoziya heqîqetê pêk tînin. Li her gund, bajar û kolanê hişmendiyeke ku bi tekoşîna hevpar a gelan bi pêş ketî mezin dike. Bi qasî şervanê berxwedanê li ber xwe dide û di xetereyên dijwar û asê de derbas dibe. Li vir gel ne tenê azadiya xwe, wekheviya civakiya xwe, hêza jiyanê, parastina cewherî û rastiya nûçe ragihandinê jî diparêze û digihîne me.

Ew tenê ne rojnameger e, di heman demê de mamoste û şahidê wê kêliya rawestiyayî ye.  Nobedarê ji bo ku kêliyeke rawestiyayî bi dest bixe, di qadraja xwe de nemir bike û dawiyê bi hevokên erjeng vejîne, şev û rojê dike yek. Herku li kêliyeke êgir rast tê, tiştekî nû hîn dibe û dide hînkirin; dibe kevirê bingehîn ê sebr, berxwedan û hevgirtinê. Dibe hêzeke ji çekdaran wêdetir, çavkaniya besta rastiya ku di qadrajê de bijî. Kêliya biryardarî û rastiya nedîtî wek hebûneke erjeng bi hev re xwe nîşan bidin. Dibe nobedarê parastina tevahî dîroka jinûvedîtin û ragihandinê. Û ev hewldan di her awir, gav û bêhnvedana wê de dibe rastiyek, berxwedaneke bi rûmet ku tu carî têk neçe.

Ev berxwedana ku Nazim li gel Cihan nîşan da bû celebeke jinûvezayînê. Şoreşeke ku bi nasname, çand û nirxên xwe ve bi pêş ve biçin. Dîwarên hilweşandî, bajarên wêrankirî, jiyana windahiyan ragihînin. Di van windahiyan de bibin kevirên bingehîn ên berxwedaneke nemir a gelan. Van hemû zehmetiyan ji berxwedanekê zêdetir, ragihandin û xwesteka jiyan û azadiya nasnameya wan e.

Beriya her tiştî, xala van a ragihandinê bangek e. Di nêrîna wan de em dengê civaka xwe dibihîzin; ew me rûmeta me diparêzin û zindî dihêlin. Serbilindiya me, sembola berxwedana me û ala rastiya berxwedana me li ba dikin. Ev Cîhana leheng û Nazimê têkoşer, tekoşîna hebûna me, bi her bêhnvedan û her kêliyê re teşe didin jiyana rastiya me. Û ew ê her tim nobedar bin ji şevên me yên ewle ku em bi rihetî razên.

Wan dersa xêzkirina rêya me û diyarkirina çarenûsa me dan pêş awêneya hemû cîhanê. Li vir lehengên berxwedanê ne tenê şervanên çekdar, şervanên qadraj û wênekêşiyê li pêş in. Wek şervanên ku di parastina axa welat de dixebitîn, serdemeke nû vekirin, ji bo vê şoreşê fedakarî û ji bo azadiyê jî canê xwe feda kirin.

Cîhan û Nazim du evîndarên xaka xwe bûn, sembola têkoşîna mezin a gelên xwe bûn li dijî rûpelên dîroka ku hîn tê nivîsandin û bi gavên lehengî yên ji bo bidestxistina azadiyê diavêtin bûn. Di rêwîtiya vê şoreşê de tevî hemû zehmetiyan bi hêvî û îradeyeke bêhempa meşiyan û ketin nav karwanên nemiran. Berxwedana wan bû berxwedana Rojava, mîna destaneke nû li cîhanê deng vedan û bûn xwediyê rastiya herî xurt ku serkeftin, azadî û wekheviyê pêkan bikin.