Helbestvanên we;
Li ber deriyên girtîgehan
Ê me di devê lûleyên tivingan
Di nav çar dîwaran de bi
têlên mirêsayî dorpêçkirî
Di binê bimbeyên gaz û kîmyewiyan…
Wêje jiyana binketiyan e. Pêkûtî afirindina wê ye. Zordestî dijwar, bê ûjdan û bê îman e. Ev wêjeyê diafirîne.
Wêjeya bextewar tune ye, ya berxwedêr heye. An jî wêjeya bextewariyê nîn e, ya bilêvkirin û serhildana derd û kulan heye.
Îca helbest; avherikîna serbest î coş, mîna Ferêt bi heybet û bi qêrîn a wêjeyê ye. Ya hest, raman û kizîna dil e. Belkî jî pênaseya helbestê tune, yan jî qels e. Firtone û xezeba qêrînê ye ber bi asîman û belavbûna gerdûnê…
Ev qêrîn di serî de ya evîn û azadiyê, paşê ya bindestî û derd û kulan e, di asas de ev tev têkildarî hev in, sînoran dewrî hev dikin. Îca li ser vê xaka birîndar, li erdnîgariya dêrîn Kurdistana şêrîn, ku bi rastî jî navê wê pir şêrîn e, ma derd û kul diqedin, feryad û fîgan radiwestin? Ji her temenî mirov xwedî kaniya derdan in. Yek ji wan jî Emîne Erkan a ciwan e. Di nozdeh saliya xwe, bi darê zorê dibe mêvanê çar dîwarên sar û derdê xwe radixîne ristên helbestan, îca ev ne raxistina derdan tenê, qîrîna hestan û awaza bindestiyê ya neheqiyê ye. Di temenê ciwan de, hê ku jiyanê nû nas dike, hê lîstokên zarokanî ji bîra nekirine, belkî jî ber bi nasîna jiyanê ve diçe, ma hilgirtina vî barî hesan e. De bila ew bibêje ji we re;
“ya ku min xwe lê girt baqek şînahî ye
miqabilî hemû kirêtiyê rik e
di çirava rikê de kîjan gotûbêjan dikî?
kengê me ji hev xatir xwest,
bar li min giran bû
herî zedê min hezkirin bar
kir li cihana xwe
dewra şîretan xelas hogir!
bask li ber firînê ye
firîn wê xwe li ber textên
bihikum bide hogir
wexta birînpêçanê hat
li pêşiya malê darên fêkiyan
em biçînin
bila zar teqez birçî nemînin hogir
teqez!”
Va ye giraniya bar; ma kî dikarê “hezkirin”ê hilgire û nehêle zar û zêç birçî bimînin. De bila hesab li cem we be…
Ev çi derd e ku nûciwanê dixe bin vî barê giran ê jiyanê. Ku qala janên xwe dike mirov dibêje gelo ev çend salî ye, çi dijwariya jiyanê dîtiye? Jixwe ev e, derdê bindestiyê û birîna xedar a jiyana li Kurdistanê. Bila janên xwe bistirê û em bi dilkovanî lê guhdar bin, bila kilama xwe bibêje;
“dibehecim wek zarokekî ne tebtokî
hogir
heger birûçikînim janên xwe yên
sêwî
ez ê har û dîn bibim
ez ê bi çolê bikevim
qijik wê henekên xwe bi min bikin
janên min bûne berxwedêr hogir
berxwedêr!”
Ev çi dem û dewran e ku hema bibêje zarokan jî dike şervan, berxwedêr, wêjezan, dîlgirtî û pênûsan direqisînin li ser lênûsan. Dikevin govenda wêjeyê. Ma ciwanî û jan?! Hilbet dermankirin û jenîna janan hez û hêzê diafirine ku jan veguherî hêzê, azadî rû dide, evîn dikemile û ev jî karê jinan e, lewra ew afirînêrê jiyanê ne, tew ku ciwan bin…
Ma ne hê nasiya jiyanê ye, ne jan barê navsere û kalan e!? Ev çi war e, ma em li dewra jiyaneke derasayî ne?
Gelo jiyana me çîrok-çîrîçîrok ango darb-i mesel e. Em qala hûtên çarserî û gurêmanco dikin.
Herê tê fahmkirin ku wisa ye û mirovên têgihiştî yên hemdem vê fahmnakin!!!
Ev çi dem û dewran e!
Ma înkar, heqnenasî, zilm li vê
jiyanê difesile!
De ka ev hatiye serê kê, bawerî
çawa ket qurcika dil…
Herê lo, ev çi dewran e,
Mejî mij û moran e;
“ez aşiqê heqîqetê me
laşe min parçe parçe
berî mirinê hatim tazîkirin
xwişkên min, ez ji we re zanistê
dihêlim
keça Munzurê me wenda
dengê min di zinarên digirîn de
diherike
ava ku hûn jê vedixwin
giriyê mirinê ye
ji bîr meke
ev av dê we xwedî bike”
Va heqîqet wisa tazî û yên ku vê şermiyê dikin, hawar e; ben-î ademê bawermend, qaşo avakarê heqîqetê. Êdî bawerî di şermê de, mirovahî “zureker…”
Em ê vê avê bi deyndarî vexwin, heta avakirna jiyana bêjan a birûmet!
Bila ev jî soza me ji ciwanan re be…
Binerin çi kizîna dilê canciwanê ye.
Herê awaz û axîna dil e; helbest. Ku dil vê hîs neke, mirî ye;
“xwezî bibûma teyrok
û li dilê te biketama
bibûma dilopek baran
li ser eniya te
hêdî hêdî bihatama xwarê
henase li min çikiya
di hucreya bêkulek de
min rêgeha xwe kir bişkok
û li ser dilê xwe dirût”
Hêê, azadî de were!
Bila ev kesera ser dil rabe, xak têr bû ji xwêdan û xwîna ciwanan, edî dema şewqa rojê ya vî warî ye. Ziman herikbar, tekûz û awaza diltenikiyê ye.
Hişmendiya helbestvanê mizgîna zîldayîna hunerekî bêhempa ye. Dibêjim pêşeroj ew ê bibe şahidê gelek berhemên ciwana me, ev destpêk e. Lewra terha hestan, peyama vebûna pêşiya avekê coş a li ber derbendan e. Ev dil dê gelek bilbilan bişîne dara gulê wek peyamer…
Bila peyva dawî, ango qîrîna dilê şîrîn ya canciwanê be;
“ewra xwe dan hev
pejnên min ên
qeşagirtî
sing li baranên
parzûngbûyî vekir
xwedê, ne îro be jî
sibê, ez ê bibim
dizê awirên te yên xeyîdî.”
Ê ma hêvî diqede, ma ne hêvî her dem heye, afirandin e û hêvî jiyan e ku azadiyê dermale dike!
***
Awirên Xeyidî
Emîne Erkan
Helbest
36 rûpel
Weşanxana Payîz-2023