Gerînendeya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (AVKAMED) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Pergela Xwendina Saeta Avê ya Ji Dûr (OSOS) li herêma Oxlakliye da destpêkirin. Bi vê pergala dijîtal, bêyî destekarî ya destê mirovan daneyên xerckirinê avê xweber dişine navendê; bi vê awayî şaşiyên xwendinê ji holê radibin. Xerckirinên awarte zû tên dîtin û windabûna avê tê kêmkirin.
Di meha mijdara 2025an de hat tespîtkirin ku li Oxlakliyê 28 hezar û 829 aboneyên me hene. Daneyên xerckirinê ava 14 hezar û 700 aboneyan bi vê Pergela Xwendina Saeta Avê ya Ji Dûr (OSOS) tê xwendin.
OSOS, ji ber ku qada xebatan de pêwistiya çûndina xendina seatên avê bi piranî kêm dike di heman demê de hem teserufa avê dike hem jî xwendine seetên avê di demên kin de diqedine û pergala fatûrayê bi lezgînî berdewam dike. Hemû dane bi pergala şîfreyê û bi awayek ewle tên pêkanîn.
Serokê Daireya Karên Aboneyan Ugur Ozer got ku, OSOS beşeke girîng a ji armanca dijîtalkirina rêveberiya avê ya AVKAMEDê ye.
Armanca AVKAMEDê ew ku vê pergalê li hemû Amedê bike meriyetê.
