12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

AVKAMED ji bo berfê li her derê bajêr di nav xebatê de bû

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (AVKAMED) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê,, dema berfê dest pê kir, li gorî peymana navbera şaredariyan li her derê bajêr bi awayekî çalak tevli xebatên paqijkirina berfê bû. Berî ku berf bibare, hemû wesayît û amûr hatin amadekirin û birin cihên xebatê.

Gerînendetiya Giştî ya AVKAMEDê li 17 navçeyên bajêr, 41 makîneyên kar û 60 wesayît hatin bikaranîn. Tîman berfa ber nexweşxane, saziyên dewletê, dibistan û rêyên sereke paqij kirin; di heman demê de xebatên xwêkirin û barkirina berfê jî birêve birin. Li navenda bajêr berfa 39 dibistanan hate paqijkirin û daxwazên gundan jî hatin bicihanîn.

Berpirsê Beşa Amadekirina Makîneyan Rıdvan Yurttaş got ku wan beriya berfê hemû amadekariyên xwe qedandine û wiha axivî: “Bi barîna berfê re em bi şaredariyên din re daketin qadê. Xebatên me li ber nexweşxane, dibistan û li ser rêyên sereke didomin. Heta ku rê bi temamî vebin, tîmên me dê şev û roj (24 saet) li ser karê xwe bin.”