9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

AVKAMED: Di bihayê avê de tu zam nîn e

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (AVKAMED) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, daxuyand ku nûçeyên ‘li avê zam hat kirin’ ne rast in.

Gerînendetiya Giştî ya AVKAMEDê destnîşan kir ku şaredarî bi daxwaza xwe bihayê avê zêde nake; ev guhertin ji ber mecbûriyetên qanûnî û li gorî enflasyonê her meh bixweber tê nûkirin. Ji ber vê yekê, sernavên wekî “Zam hat kirin.” rastiyê nîşan nadin û xelkê dixapînin.

Di meha çileya 2026an de ev guhertina di bihayan de tenê bi rêjeya ji sedî 0,89 hat kirin. Ev rêje ne biryara saziyê ye, li gorî qanûnê mecbûrî ye.

Serokê Daîreya Karên Aboneyan Ugur Ozer li ser mijarê wiha axivî: “Ev sererastkirin ne tenê ji bo AVKAMEDê ye. Li seranserê Tirkiyeyê hemû rêveberiyên avê (wek ÎSKÎ, ASKÎ, ÎZSU û hwd.) li gorî qanûnê bihayên xwe li gorî enflasyonê (TUFE) nû dikin. Ev ne biryareke ‘zamê’ ya keyfî ye; ji bo ku xizmeta avê neyê birîn û berdewam bike, ev nûkirina teknîkî mecbûrî ye.”

Pirs û Bersivên Der barê Mijarê de

  • Gelo ev ‘zam’ e? Na. Ev nûkirineke li gorî qanûnê ji ber rêjeya TUFEyê mecbûr dike.
  • Tenê AVKAMED vê dike? Na. Li hemû bajarên Tirkiyeyê sîstemeke wisa heye û hemû saziyên avê vê dikin.
  • Çima ev tê kirin? Ji ber ku lêçûnên xizmetguzariyê bi enflasyonê re zêde dibin, ji bo ku xizmet neyê birîn ev nûkirin pêwîst e.
  • Gelo sazî dikare vê neke? Na. Ev sererastkirin erkeke qanûnî ye.