16 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Avesta bi şertê perwerde nede hate vekirin!

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta ku di 1ê tebaxê de bi fermana Walîtiya Îzmîrê ji hêla Zabitayên Şaredariya Konakê ve hatibû morkirin û girtin, îro bi şertê ku Komele perwerdeya Kurdî nede hate vekirin.

Di belgeya  ku ji aliyê Walitiya Îzmîrê ve ji bo Qeymeqamtiya Konakê û şaredariya wê re hatî şandin de wiha hat gotin: “Bêyî destûra Midûriyeta Perewerdehiya Neteweyî dersên zimanê kurdî nikarin werin dayîn.”

Her wiha di heman belgeyê de ev tişt hatin parvekirin: “Li taxa Yeni Kale, kolana 818, hejmar 40 a navçeya me di bin navê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta de, ji ber ku bê destûr çalakiyên perwerdehî û hînkirinê pêk aniye, cihê li navnîşana navborî ji hêla walîtiyê ve bi erêkirina têkildar guncav hatiye dîtin.”

Di dawiya belgeyê de walîtî ev daxwaz kir: “Der barê rakirina mohra li navnîşana navborî de, mohra li cihê navborî ji hêla zabitayên şaredariya me ve bê rakirin û di encamê de agahî ji Yekîneya Perwerdehiya Taybet a Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya navçeyê re bê ragihandin.”