Gurbet Aydin, Şîrîn Elemhûlî, Leyla Qasim û bi hezaran jinên berxwedêr… Gulan bi rastî jî meheke ku di dîroka berxwedanê de xwedî giringiyeke cihewaz e. Rûyê berxwedanê, rastiya wê herî zêde di vê mehê de derdikeve holê. Berxwedana 50 salan îro nîşanî me dide ku pêşengtiya jinên kurd bi berdelên giran pêk hatiye. Tenê mînakên şehîdên vê mehê jixwe rastiya heyî li ber çavê mirov radixe. Avakirina çandeke berxwedanê wisa bi hêsanî pêk nehatiye bêguman.
Ka em bifikirin hişmendiya serdest bi hezaran salan berê dema ku xwest çanda wekheviyê ji holê rake û cihê xwe veke pêşî êrîşî jinan dike wan ji her qadeke jiyanê diqewirîne. Li cihê ku jin tunehesibandî encex dikarîbû bi aqilê xwe yê fêlbaz serdestiya xwe bike an jî êrîş bike, talan bike. Hebûna xwe li ser tunebûn jinan ava kir. Ji ber vê yekê jî nêzîkatî an jî fikrê wekheviyê ji binî ji holê radibe. Tê asteke wisa ku di nava hezaran salan de êdî jin wek ‘ferqa wê ji ajalan tune ye’, ‘ji parsûyê mêran hatiye dinê’, ‘bêaqil e’, ‘jin jî insan e’, ‘kevaniya malê’ û hwd tê binavkirinê.
Ji destpêka dewletê heta îro
Yanî hişmendiya serdest nirxên ku jinan di nava hezaran salan de ava kiribû, ji bo serdestiya xwe ji holê radike û ji dema avakirina dewletê (Sumeran) ve jî ev yek hê didome. Vê hişmendiyê îro asta hişmendiya xwe ya tacizkar, tecawizkar û fêloyî di asta herî jor de li dijî jinan bi kar tîne û wan bê henese, bêîrade dihêle.
Vêce li dijî vê pergala ku bi zilm, zordarî, serdestiya mêrperestiyê hatiye avakirinê jinên kurd çepereke ji berxwedanê avakirin. Li ber xwe didin û li dijî zilma mêrperest dibin pêşengên berxwedanê. Li Bakur bi hezaran Mizgîn, li Rojhilata bi hezaran Şirîn Elemhûlî, li Başûr bi hezaran Leyla Qasim hene û bi tu awayî li dijî aqilê mêrperest paş de gav navêjin. Tenê mînakên şehîdên meha gulanê têra xwe çîroka vê berxwedanê û giringiya pêşengtiyê derîne holê.
Leyla Qasim
Bi rastî jî dema mirov li ser rewşa Başûr difikire rastiya ‘gelo çawa dibe ku rêveberiya Başûr ango PDK ew deskeftiyên ku bi xwîna hezaran şehîdan wek Leylayê li Başûr hatin bidestxistinê têxe deve gurên wek Tirkiye û bermahiyên Rejîma Baasê’ xwe li nav rûyê mirov dixe.
Leyla Qasim dema zordariya rejîma Baasê ya li ser kurdan dibîne hê zarok e. Ev yek jî hê di zaroktiya wê de dibe bingeha ku hestên azadîxwaz, xebat û tekoşînê pê re pêş bikevin. Leyla herî zêde li dijî binpêkirina mafên jinan û tunehesibandina nasnameya kurdan, sekinî. Bi xwesteka xwe beşa civaknasiyê hilbijart, ji bo ku bikare rastiya civaka kurd derxe holê. Leyla Qasim pişt re bi goterekê balê dikşîne ser zilma Seddam Huseyîn û dibe hedefa Baasê.
Dema Leyla di bin çavdêriya îstixbarata dewletê de bû jî bi cesaret bersiva pirsyarên rayedarên dewletê dide. Di dadgehê de li nav çavê dadgerê Baasî meyze dike û bi dengekî bilind dibêje: “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêyfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.”
Gûrbet Aydin
Hunermedeke bifikirin li welatekî ku her tişt bûye parçe parçe de di bingeha avakirina çanda Kurdistanê de cih digre. Bi awayekî fizikî ji Kurdistanê dûr (li dîasporayê) ji bo çanda kurdewarî bi hevalên xwe re li ber xwe dide. Demekê şûn de berê xwe dide çiyayê Kurdistanê û heta di şerkirina wê de jî awaze herî bilind a kurdewarî derdikeve holê.
‘Nifşên li ber stranên Mizgînê mezin bûn nifşên salên 80 û 90’î bûn. Gelek jinên ciwan bi rênîşandana Mizgînê tev li têkoşîn û xebatên çand û hunerê bûn. Îro bi sedan zarokên kurd bi navê Mizgîn tên nasîn. Stranên wê hê jî li ser zimanan e û di bîra nîfşên îro de ye. Bawer bikin li ber van nirxên wê, li ber dengê wê, li helwesta wê, sekna wê nifş mezin bûne.’
Mîzgîn bû kesayeteke pêşeng û li huner, ziman û çanda xwe xwedî derket. 30 sal in bi awaz û sewta xwe di dilê gel de dijî.
Şîrîn Elemhûlî
Rejîma Îranê bi selaye ku li dijî jinan her qanûn, rê û rêbazên tunehesbidanê bi kar tîne. Li Îranê jin em dikarin bêjin ku xwedî tu mafî nînin. Ligel vê yekê jinên kurd êdî yekcar tu mafên wan tune ye. Yanî jin ji her du nasnameyan xwe ve tune tên hesibandin; kurd û jinbûn. Li dijî vê hişmendiya rejîma îranê Şirîn Elemhûlî rêya berxwedanê dineqîne û ew jî dibe endameke çanda berxwedanê. Di zîndanên rejîma İranê de bi tu awayî serî li ber dijmin natewîne.
Wek me li jor jî anî ziman çanda berxwedanê wisa bi awayekî hêsan pêk nehatiye. Di nîvê Rojhilata Navîn de jinên kurd bi çîroka jinan ji nû ve dinivîsîn. Berxwedana ku îro li dijî çekên herî giran didome, bi bawerî, wêrektiyê jinan dikeve rojevê û di bîra kurdan de cih digre. Navê berxwedana jinên kurd çawa ku Leyla, Mizgîn û Şirîn be îro jî dibe Vîyan Botan û Aysel Dogan û bi gulanê ve diherikin.