Ji pêvajoya hilbijartinan vir ve, di nava çapemenî û raya giştî ya kurdîstanê, bi gelemperî cîhanê de xwe xapandinek heye. Destkeftiyên bi rêya hilbijartinan me wergirtine, nayê wê astê ku her tişt ber bi gul û gulîstaniyê ve diçe. Ji berê ve pêşiyên me gotine; “Av radizê lê dijmin ranazê!” Ji ber ku hîn operasyonên kolonyalîstan berdewam e ku li bakur bi bêdengiya me re rêya bêhnvedanê ji şervanên vî gelî re nahêle, li başûr jî bi her awayî, bi çekên giran û kîmyewî êrîşeke pir dijwar heye û vaye carekedin kolonyalîstan rûyê xwe yê reş aşkere kir û dest danî ser şaredariya Colemergê. Destkeftiya Curnê Reş, têkçûyîna çil salî xwe da der û mixabin kolonyal ji bo vê heyfê hilîne, rê û dirb û koneyên xwe pir in û li hember tevgera gelê kurd bikar tînin. Li hember van êrîşan, ne deng û ne vehesiyek heye, tevahî beşên jiyanê xwe bera nava dan û stendinên rojane kirin e û bi vê bêdengiya xwe dibin hêz û moralek ji hêzên kolonyalîst ku bi êrîşên dijwartir bi ser zarên wî welatî û şaredadariyan de biçin. Ev bêdengiya me bidome, hin bi hin deskeftiyên din jî ji dest me biçin.
Bêdengî mirin e, xwekuştin e, an jî bi derba kuştinê li beşên civaka xwe xistin e. Ev yek di nav mirovahiyê de wekî tiştekî girîng tê dîtin, ji ber ku jiyan bi têkilî û pêdiviyên rastîn re girêdayî ye. Ji ber vê yekê, wexta mirov bixwaze ku li ser vê mijarê raweste, ne tenê rûniştinên aborî bêne guftûgokirin, an jî bi dijberiyeke taybet ya li ser bêdengiyê vegerin ser sûdeyên tendirustiyê. Di nava civakê de dema ku bêdengî bi bandor bibe, nirxên wî gelî pê re têne wenda kirin û roj bo roj, bi nirxan re desteftiyên heyî jî pê re tune dibe. Piştî astekê şûn de, tu rê û pîvan ji dengbûnê re nabe hincet û ev dengbûn dibe dengbûna radestbûnê, bê fêdebûnê. Ji ber ku derengbûyîn jî ber bi bêdengbûnê ve dihere; miqabil di wexta xwe de, berteka arasteyî ya netewî divê di heman demê de xwe bide der.
Di nava civakê de hinek kesên ku dixwazin li ser vê bêdengiyê û mirina bêwext biaxivin, pêdivî bi çavkaniyên wêjeyî û ramanên leşkerî re çi qasî têkildar bikin jî, di nava raya giştî ya civakê de ji ber ku li hember vê hincet, hewldan û banga xwe tu têkilî û rêbazan nabîne, bi benê tenêtiyê ve têne daliqandin û bi xwekuştinekê arasteyî jiyanê dikin ku hêvî bê qûrmiçandin. Ev deng ji bo çi bersiva xwe nagire, raya giştî bandor nake an jî di nava hûrguliyên çapemeniyê de difetise, gerek e bê dahûrandin û nirxandin ku di serî de siyasetmedar û paşê çapemenî berpirsiyarin.
Gotina “Av radizê lê dijmin ranazê,” di heman baweriyên dîrokî de xuya dibe ku bêdengiyê û birêvebirina têkilî û pêdiviyên rastîn ên mirovî pêşwazî dike. Ev gotin dikare bêdengiya mirovê ku di encama birêvebirina şertên zanistî, siyasî, an jî civakî de dijminê xwe nasdike, destnîşan bike. Di vê baweriyê de, av bêdeng e û dijmin ranazê, dibe hincet ku pêdiviyên xwe yên rastîn ji bo birêvebirînê û bi awayekî birêkûpêkî bifikirandinê, derbasî kiryaran bike, bi hewcedariyeke zanînê tevbigere. Ji bo vê, siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar û her beşên ku di nava civakê de xwe berpirsiyar dibînin, ku xwe di mijara “dijmin ranaziyê” de, vê gotinê dikarin wekî lêkolînên sereke li ser têkilî û pêdiviyên mirovan ku li ser civak, siyaseta navneteweyî, an jî bi rûniştinên psîkolojîk yên civakê bidahûrin, niqaş bikin û li gor vê ragihînin raya giştî, da ku berî bêdengiyekê şiyarbûnekê bi xwe re jîndar bikin.
Di encama vê yekê de, dikarin bi zimanekî alîkar bînin ziman ku çawa bêdengiya mirovan di rewşa dijminan de çêdibe û pêdiviyên rastîn dikarin ji wan re bê parastin, bêtirîn nîqaşan bikin û têkilî bi rojeva ku li ser hîmên wendahî û qirkirinê arasteyî jiyana man û nemanê hatiye kirin, bibin bêhnek bertekên netewî biafirînin.
Bo vê ev lazim e ku em vê bêdengiyê di vê demê de bikujin, li xwe şiyar bibin û bi şiyarbûna xwe re li hember operasyonên tunekirinê û destkeftiyên bi dest ketîne ku ketiye asta man û nemanê, têk bibin. Em tev berpirsiyarên vê demê ne û bi bêdengiya xwe em nebin kujerên xwe û gelê xwe.