Bi şev û roj hêzên îstîxbarat û hevkarên wan di nava bizavekê de ne ku rojeva kurdan biguherin û bala wan bikişîne ser nîqaşên hevdû têkbirinê. Weke mezinan gotiye, ‘av disekine lê di[1]jmin nasekine’. Ev hevokeke ku hovîtî û bêpîvaniya qarakterê dijmin dide nîşandan û tecrûbeyeke ku ji dîrokê hatiye girtin. Ji bo têkbirin, lihevxistin û parçekirinê polîtîkayeke bingehîn û herdem dewletên heremê bi vê rêbazê gihîştine armanca xwe. Pirsgirêka parçebûn û xirabkirina yekitiya kurdan ev polîtîkaye. Polîtîkaya dijminitiyê ev e.
Herdema ku pêşketinek û destkeftinek an jî ji bo yekitiyê hewldanek derdikeve holê ev polîtîka bi awayekî rêk û pêk ji hêla dijminan ve ji bo têk birinê dikeve meryetê. Ji bo ku tirsa wan ya herî mezin hevparî û yekitiya kurdan e. Polîtîkayên herî qirêj û bêpîvan ên di vê qadê de têne meşandin.
Mixabin pisporên van polîtîkayan dimeşînin bêtir kurdan bi kar tînin. Ji bo ku ew polîtîkayên qirêj bêtir bandorê bikin bikaranîna hin kesên ku bûne amurên wan polîtîkayan ferz dibînin. Mexseda wan heye ku wan xayîna bikin qehreman û çend gotinan pê bidine gotin da ku kurdan ji rojev û armancên wan dûr bixin û bi hinek mexsedên pûçkirinê ve mijûl bikin.
Heke rojev bê şopandin dê bê dîtin ku gelê kurd di her hêlê de bûye rojeva cîhanê. Prestîja ku bi her awayî bala hêzên demokrasiyê dikişîne dê lihevkirinên sedsala 21’ê têra xwe geş bibin. Dê gelek hesabê dewletên herêmê ku herdem di nava hewldanên înkarkirina kurdan de ne bide zorê. Ji bo ku kedeke mezin, berdêlên mezin, nirxên mezin û destkeftiyên mezin derxistine holê tu hêz nikare wan asteng bike. Lê her çiqas nikare pêşî li destkeftî û pêşket[1]inên gelê kurd bigre jî qet niyeta wan nîne ku êrîşên xwe yên bêpîvan bisekinîne. Her diçe êrîşên xwe zêde dike û tu qayde û qûralan nasnake.
Li Rojhilat, Bakur, Başûr, Şengal û Mexmûrê êrîş û derçûyînên li hevhatinan heman polîtîka ne. Tecrît, rewşa zindanan, rêbazên dayîna cenazeyan, êrîşên li ser goristanan, dest dirêjiyên li dijî jin û zarokan, qirkirina siyasî û girtina partiyan, talana xwezayê û êrîşên li ser pora jinên kurd hemû encamên hevdîtinên MÎT û îstîxbarata van dewletan e ku ji bo kurdan heman tiştî difikirin. Armanc têkbirin e, armanc dubarekirina hesabên lihevhatina sedsala borî ye.
Ji ber vê yekê hin partiyên ku destê wan qet ji qirika kurdan venebûne û herdem di xizmeta polîtîkayên qirêj yên îstîxbaretê de ne, hinek kesên ku weke dost û hin kes bi hesabên cuda li ser medyaya dijîtal bi van polîtîkayan rêber, siyasetmedar û xebatkarên saziyên kurd tehdît û şantaj dikin da ku xebateke baş neyê meşandin. Ji bo ku moral û rojeva wan têk bibin di dewrê de ne. Wisa xuyaye ku dê van êrîşan mezin bikin. Beriya hilbijartina giştî dê êrîşên li ser medyaya dijîtal bi qasî êrîşên leşkerî û siyasî bênavber bidominîn. Divê her kes di ferqê de be ku ev êrîş parçeyek ji polîtîkayên qirkirin û têkbirinê ne. Parçeyek ji operasyonên pûçkirinê ne. Li dijî van êrîşan divê her kes şiyar û baldar be. Divê destûr neyê dayîn ku moral û motîvasyona xebatkaran bê xerakirin. Divê ev kes demildest bêne teşhîrkirin û dûrxistin.
Divê careke din bê zanîn ku “av disekine, lê dijmin nasekine.”