Em du dîrokan dijîn; yek dîroka fermî ye, du dîroka dîrokê ye! Dîroka fermî dîroka şermê ye û bûye bingeha welatê şermê. Ev welatê Ziya Gokalp e û di vî welatî de çiqas bedcan hene zindî kirine, wan bedcanan jî rûreşî, çepelî, qirêjî, nekbînî û bedbînî li her qada jiyanê bela kirine. Di encamê de dewletek bêîtîbar û welatê şermê derxistine holê… Li welatê şermê, zanistiya zanistê hatiye kuştin, ahlak û adalet hatiye tunekirin. Li Kurdistanê jî esker û burokrasiya faşîst heye. Esker û burokrasîya faşîst jî, keder û elem e, êş û xwîn e, fitne û xiyanet e, wêranî û kuştin e, rûşwet û talan e!
Kuştina zarokên Kurdistanî, li Tûrkistana Enqerê bûye çete û teknolojiya kuştina pitikan jî hatiye pêşxistin. Heywan jî vê nakin!
Feylesofê Emerîkî Prof. Dr. Benjamên Barber, behsa siyaseta xwedîkirina heywanan dike. Lê di pirtûka 375 rûpelî de navan nade. Di rûpelê 163an de, behsa mercên rewa yên civakî dike û dibêje, mixabin, “mercên maqul ku bandore li herkesî bikin dernakevin hole.” Li hemberî ku navê pirtûka wî “Demokrasiya Bihêz e”, nabêje, li cîhanê demokasiyek parçekirî heye. Di vê demokrasiya parçekirî de faşîzma veşartî û şekere heye. Tenê demokrasiya liberal dike bin lêpirsîne.
Demokrasiya liberal û sîstemên faşîst hev xwedî dikin û mirovaniyê di hevş û kozan de digirin. Bi gotina Benjamîn Barber, ev siyaseta xwedîkirina û rêvebirina heyvanan e! Abdullah Ocalan jî, vê sîstemê weke sîstema dînazoran bi nav dike. Dinazor, hov û dirindeyên dewşirme xwedî dikin û diparêzin!
Min beriya niha behsa anarşîzma miratzadeyên dewşîrme kiribû. Îro jî em dibînin ku ev anarşî, bi teşkîlat-çeteyên karekterîstîk tê meşandin. Bi gotineke “namutenasîb” di xwedîkirina heyvanan de, şivan û xwediyê keriyê pez û garana devaran, desturê nadin ku heywan winda bibin, gur bikevê nava heyvanan û “heywan şikêr biçin û heram” biçin. Bi gotina “mutenasîb” li Tirkiyê, zarokên 2 salî rastî tecawizê tên, zarokên 7 salî li malan têne kuştin, keçên 20-21 salî winda dibin, li nexweşxaneyan pirtikên nû dibin, dikine qurban, çete li kolanan pîkolê dikin û hwd. Serokkomarê AKPyî yê epîlepsîk jî behsa xesandin-hadimkirinê dike.
Ev karê rûcu ye. Sultanîzade Erdogan, namideger reîs, li karên Dadgehên Îstîklalê karekî din zêde dike. Komar(!) û demokrasî (!) li Tirkiyê ji xwe hadimkirî, xesandî ye! Kesên ku dibine desthilatdar jî, her dem kesên qêlek in! Me di destpêkê de nav lê kir; Welatê şermê!
Ev halîpirmelûl a Tirkiyê, despotîzma-anarşîk desthilatdariya 22 salan e! Yanî çi? Yanî desthilatdariya AKP/MHPê bi êrîşê li dijî Tevgera Azadiya Kurd, gelê Kurd, çepgir û dînamîkên demokrasiyê, akademîsyen û azadixwazan dike û demokrasiyek ne demokrasî(!) ava kiriye. Demokrasiya ne demokrasî jî faşîzm e. Belkî bi navekî sivik dîktatorî be. Bi gotina Merdan Yanardag, “komar tune kirine, niha jî dixwazin şerîatê bînin!.” Ev jî “sultanîktokrasî” ye. Sultanîk e, yanî sultanê biçûk e. Lewma min ji bo demokrasî gotina xesandî-hadimkîrî, ji bo kesên desthilatdar gotina “qêlek” bikar anî. Yanî û gelo; alîkarê serokkomar Cewdet Yilmaz, Wezîrê Kazên Derve, Hakan Fîdan Wezîrê Karên Aboriyê, Mehmet Şîmşek, çîne û çawa ne? Gelo kesayeta wan, karên wan di felsefeya epîstomolojîk (aliyê zanista civakî de) û formal felsefê de, (zanista xwezayî û civakî de) wê çava werê şîrovekirin? Dem mirov li wan û karên wan dinêre, di disîplîna akademîk a kesayetî û berjewendî xuya dikin. Kar û xebatên wan, weke “marîfnameya murîd, çaker e.
Ew di rewşek subjektîf de ne û ew ê di dadgehan siyasî de werin dadgeh bikin. Rûniştinên van dadgehan jî, gotar û nirxandin in! Ji bo vê jî, wê her gotina wan delîl bê dîtin û li hemberî wan werin bikaranîn. Hingî wê her gotin û beyanên wan, bibin qamçîyên ji têlên dirrîhî û daqoqên bi bizmar û li bedena wan bikevin.
Em ji nixandina şexsî derkevin û dewam bikin; Desthilatdariya AKP/MHPê, ji tevahiya cîhanê, ji mirovên aştîxwaz, demokrat bêhtir, ji parêzvanên mafên mirovan, ji saziyên mafê mirovan û cîvakî, ji baro û hiquqnasan, ji akademisyenan bêhtir, aştiyê dîqîrin. Ji bo Ukrayna, ji bo şerê Îsraîl û Xezayê û hwd, hawara pêkanîna aştiyê dikin. Lê ew bixwe, li Kurdistanê şer dijwar dikin, çekên kimyewî bikar tînin, li bakurê Kurdistanê qirkirina siyasî dikin, li welatên cîran jî êrîşên dagirkeriyê dikin. Ji bilî van teva, Tirkiyê weke dewletek emperyal, li Efrîqa, Asya û Ewropa zêdetirî 13 welatan hêzên eskerî bicihkirine û baregeh ava kirine.
Askerên artêşa Tirk a dagirker, Ji NATO cûda; li Sudan, li Girava Sevakin, Libya, Iraq, Suriye, Katar, Somalî û Kibrisê hatine bicihkirin. Li Azerbeycanê jî hêzên taybet yên veşartî hene.
Vêce, ev desthilatdariya bi hîkmetî Huda û ayetên Qur’ana pîroz haraket dike, olê weke îcazet bikar tine û dike behane. Ji rewşek “mûtenasîb” dûr, di rewşek “namutenasîb” de, weke “mûnkîr”, “şîrk” û “munafiq” haraket dike û dixwaze car din gelê Kurd bixapîne.
Ev desthilatdariya ku li Tirkiyê pêvejoya çarseriya salên 2013-2015 kiriye rewşek hiroşîma û nagazakî, 10 sal in, bi hazaran Kurd tunekirin. Serokkomarê AKPî Erdogan, bi bombeya atomî Mutabaqa Dolmabahçe berteref kir. Birîna kûr ya dîrokî, ji momentên sosyolojîk û xwezayî derxist, bi fikrê “ta’lik-taloq”, paşxistin, derengxistin, li demê belav kir û tunekirina gelê Kurd dijwar kir.
Bombeya atomik navê tunekirinê ye; gelo tecrîda ku 44 meh in, tu agahî ji Abdullah Ocalan, Omer Hayri Konar, Veysi Aktaş û Hamili Yildirim nayê girtin, ne di vê wateyê de ye? Her mirina kesekî ji malbatê, her mirina lîderekî civakê, ne qirkinek atomik e? Mîratzadeyên dewşirme ji salên 1925 û heta îro, li hemberî gelê kurd, şerê atomik dikin. Cudahî nav e!
Zincîrên seltanetî her û her hebûn û hene.
Gelo piştî vê rewşa atomîk a redkirina Mutabaqata Dolmabahçe, çi hatiye guhertin? Çi bû ku îro, çareseriya pirsa Kurd kirin rojevê? Ya rastî, ev pirs di aliyê metodîk ên civakî û siyasî de bersivê nabîne, wek seremonîyekê ye! Ji xwe ev dabaş, bi silava gurê pîr Bahçelî ya li parlametoyê bi DEM Partî re kete rojevê. Lewma min gotina seremonî bikaranî.
Bahçelî, xwedî ruhekî “havassu’l-havas” e; çavkaniya xapandina “avam” e, xwediyê diruşmeya “sêva sor” û “kevir li ser kevir, serî li ser bedenê nehêlin” e. Giyanê kesên “havassu’l havas”, ji ruhiyet û germahiya nefes û kelama Xwedê dûr e. Ev ruh û kesayet nikarin civakan himbêz bikin. Ji ber ku ew ruhiyeta dewşîrmeyan e, ji nirxên mirovanî û parastina van nirxan dûr in. Lewma gurê pîr Bahçelî, hîna di roja pêşî ya silavê de, argumanên hatin axaftin, teva red kirin û armanca silava xwe di siyaseta înkar û tunekirinê de eşkere kir.
Piştre eşker bû ku, Bahçelî, bi şêwr û “telkîn- tûjik-ajotin”a Erdogan haraket kiriye, armanca wan jî, ne erêkirina hişmendiya kollektîf a civakî, rêxistinî, teorîk û serokatiyê de ye. Armanca wan cûda ye! Eger armancek wan a dilsoz hebe, bi rastî dixwazin Tirkiyê ji vê rewşa kambax, parçebûn, şerm û têkçûnê rizgar bibe, dive ji riyên “demode”, arzan û xapandinê, ku berê hatine azmunekirin dûrbikevin, bi argumentên nû û diyalektîkek nû derkevin hole. Kûrd bi nezaketên gûrê pîr Bahçelî naxapin û ne zarokên ku di cejnan de bi şekirekî razi bibine. Kûrdan haqaretên gurê pîr Bahçelî û Erdogan jibîrnekirine û kujerên gelê Kurd in.
Kurd wan her du kesan, weke sundxwarin djiminê gelê Kurd, Tevgera Azadiya Kurd û Rêberê Tevgera Azadiya Kurd nas dikin. Ev sê cure dijminatî dîrokî ne, dive ev dîrok, bi taybetî ji aliyê her du dijminan ve were red kirin. Mînaka herî baş jî Başûrê Efrîka, desthilatdariya faşîst Apartheîd û Tevgera Azadixwaz ANC û serokê wê Nelson Mandêla ye.
Ji bo vê jî dive desthilatdariya AKP/MHPê, mecbur e weke desthilatdariya Nasionale Party -Apartheîd, gavan biavêje; Tevgera Azadiya Kurd nas bike, hemû girtiyên siyasî berdin, deriyê Imraliyê vekin Abdullah Ocalan azad bikin. Weke ku serokê Apatrherid û serokkomarê Başûrê Efrika Frederik Willem de Klerk, Nelson Mandêla pêşwazî kir, Erdogan jî. Abdullah Ocalan li parlamentoyê pêşwazî bike.
Ji bilî wê, mînakên ETA û İspanya, Ira û İrlanda hene.
Dilsozî jî ev e, haqqaniyet jî ev e.
Lê na, eger rayedarên dewletê û desthilatdariya AKP/MHPê, di pirsa Kurd de û ji bo “terorizekirina” gelê Kurd, di gotinên di ferhengên Tirk û ferhengên cîhanê de teva bikaranîn, wê bi gotinan “hamasî” derkevin û hole car din wê dikaribin Kurdan biaxapînin, ew xwe dixapînin. Eger bi zihniyet mîratzadeyên dewşirme, di zihniyeta bloka Tansu Çîller, Dogan Gûreş û Mehmet Agar ku siyaseta kivroşk bireve, tajî bigire, haraket kirin, bloka Erdogan, Dewlet Bahçelî û Hizbulkontra dewama wan e. Di esas de detshilatdariya AKPê xelekek ji teşkîlata Gulen e û siyaseta rêxistiniya “şeş nifşan” harket dike. Bi vê zihniyeta kûfîkî gelek zerer û ziyan dane welat û tevahiya civakên li Tirkiyê.
Bahçelî herî dawî bang li Abdullah Ocalan kir ku çekan berdin. Ev tê wateya teslîmbûna Tevgera Azadiya Kurd. Teslîmbûn û çekdanîna Tevgera Azadiya Kurd, tê wateya ku vê care, Kurd, ne li Agirî, li Imralî di gora betonî de werin metfun kirin.
Bersiva vê pirsê, nine. Bersiv, di karanîna diyalektîkek nû û pêkanîna daxwazên ku me li jor rêz kirin de ye.
Yanî û teqeze; riya dîtina diyalektîka nû, parlamento ye. Ev yek! Ya duyemîn, divê dîrokzan, sosyolog, akademisyen, hiquqnas, siyasetmedar, rojnamevanên Kurd û Tirk tevlî pêvejoyê bibin. Ye sêyemîn, raporên “mirovên aqil” bikin rojevê. Ya çaremîn û herî giring jî ew e ku, dive Abdullah Ocalan tevlî pêvejoyê bibe. Ji bo vê jî dive Erdogan, weke serokê Apatrherid û serokkomarê Başûrê Efrika Frederik Willem de Klerk, ku Nelson Mandêla pêwazî kir, Abdullah Ocalan li parlamentoyê pêşwazî bike.
Dubare dibêjim; dilsozî jî ev e, haqqaniyet jî ev e. Mesajên Abdullah Ocaşlan yên Newroza 2013an esas in.
Divê pêşî, desthilatdariya AKP/MHPê bi daxuyaniyekê dilsoziya xwe, di çaroveya pêşniyarên “mirovên aqîl” de bînin ziman û nerxşe riya xwe ya çareseriyê eşkere bikin.
Piştre jî dive Abdullah Ocalan dawxuyaniyekê bide.
Ev daxuyanî wê di çarçoveya “foruma çarserîyên hevpar yên welat”de werin qebûlkirin. Eger ev neyên kirin, mîratzadeyên dewşirmê, wê dîse bi populîzma siyaseta bazirganî ya di rengê “qirşûqalan-hurdacîtiyê” de, weke di Mutabaqata Dolmabahçe de hate dîtin, her kêlî û her dem wê dikaribin bombeyek atomî biteqînin.
Serokê CHPê Ozgur Ozel jî got ku cihê çareseriyê parlamento ye. Desthilatdariyek ku bi kiryarên anarşîk, dek û dolaban, desthilatdariya xwe li ser piyan digire, siyaseta “bêyî ku em tîrantiya xwe winda bikin, em ê siyaseta çawa bikarbînin” dimeşînin. Bi gotina Bernard Russel, li Tirkiyê, “anarşî û despotîzm” li gel hev tê meşandin. Paradoksa desthilatdariya AKP/MHP, weke Abdullah Ocalan ku di mijarên “leviathan” de behs dike, “kesayetên ku heta mirinê ji bo deshilatdariyê, mirov û civakan dikine qurban” heye. Bi gotina Bernard Russel, desthilatdarên wilo xwedî îtaheke heywanên kur, ku têrnaxwin. Di mîtolojiyan de, mirovên ku xwe weke Xweda bi nav dikin, ev cure mirov in.
Gelo Erdogan û Bahçelî, çareseriya demokratîk, aştî, maf, azadî û jiyana hevreyî, di çarçoveya fikir, hest û nexweşiya xwe ya “ezî” de dibînin? Divê wê hişmendiya waliyê Enqerê yê faşîst Newzat Tandogan terk bikin. Ev paradoksa, ruhê xebîs e û ewletî bi wan nabe.