Ev gotin 2070 sal berê li Roma ya kevin ji aliyê fîlozof Marcus Tullius Cicero (BZ 106-BZ 43) ve hatiye gotin. Cicero ne tenê fîlezof, kesekî xatip, parêzer, nivîskar, siyasetmedar û ji aliyê civakê ve dihat hezkirin bû. Wî di nivîsên xwe yên hiqûqî û felsefî de qala girîngiya aştiyê kiriye û vê gotina wî ciyekî girîng di dîroka şer û aştiyê de girtiye.
Bêguman ev gotina Cicero di roja me de jî xwediyê cî û giringiyeke mezin e. Îro li hemû ciyên şer lê diqewimin, gel bi hesreta aştiyê ye û piranî wek li Kurdistanê, dibêjin “Bila aştiyek bi rûmet çêbibe, em ji vî şerî xelas bin.”
Mirovatî ji roja ku ji civaka komunal a jiyana hevbeş derbasî şaristaniya bi bajarvaniyê bû heta roja îro hewl daye pirsgirêkên xwe yên civakî, aborî, siyasî û herwekî din bi riya şer çareser bike. Mirov baş dizanin ku di şer de aliyê bi ser dikeve jî, aliyê bi bin dikeve jî ji xwe gelek kuştî, mirî, birîndar, seqet dide. Gelek mal ji her du aliyan wêran dibin, her du alî jî ji hêza xwe ya civakî, exlaqî, mirovî gelek tiştan didin der û lewaz dikevin. Lê dawiya her şerî pêwîstî aştiyekê ye. Bi çi awayî dibe bila bibe, şerên sêsed salan domiyane jî dawiya dawî bi aştiyeke di navbera her du aliyan de hatine bi dawîkirin.
Ji pevçûna du mirovan, du ajalan bigire, heta pevçûna du hêz, du gel, du artêş an du dewletan, an gelek kes û gelek dewletan, di dawiya her pevçûn û şerî de pêwîstî bi aştiyekê çêbûye. Tu hêza li ser ruyê cîhanê ne xwediyê hêza heta hetayî şer bike ye.
Îro li ser ruyê cîhanê împaratoriyên herî bi hêz wek mînak Dewletên Amerîka yên Yekbûyî tenê dikare du şer û nîvan bi rê ve bibe û hêza wê nagihêje li sê cîhan bi hev re şer bike, ew jî ji bo demeke diyar û kin, ne ji bo heta hetayî. Dîsa wek mînak Rûsya ev sê-çar sal in (24.Sibat 2022) li hember Ukranya şerekî bêencam dimeşîne û îro her du alî li riyên aştiyê digerin.
Îsraîl û Îran herî dawî berî çend hefteyan tenê dikarîn deh rojan şerê hev bidomînin û dawî bi aştiyeke xerab xwe bêdeng kirin.
Gava em werin ser Kurdistanê, em dibînin, ku li Rojava di navbera hêzên Kurd û dewleta Sûriyê de hevdîtinên aştiyê bi rê ve diçin û her du alî dixwazin xwe ji şerekî gumanî dûr bigirin. Ji destpêka êrîşên terorîstên DAIŞê (2014) yên li ser Kurdistanê heta îro hêzên kurd û hêzên Sûriyeyî di nav şerekî dijwar de bûn û vî şerî hemû alî û hêzên li Sûriye û li Kurdistanê westand û niha her yek ji aliyê xwe ve li riyeke aştiyê digere. Çi bi navbeynkariya Amerîka û Fransayê be, çi di encama berxwerdana kurdan de be, îro li Kurdistanê aramiyeke ber bi hevdîtinên aştiyê ve heye. Kî çi dibêje bila bibêje lingekî vê aramiyê xwe dispêre ser hevdîtinên birêz Ocalan ên li girava Îmraliyê û pêvajoya bi yek alî daye destpêkirin.
Birêz Ocalan di banga xwe ya herî dawîn de, bi dîmen dide diyarkirin. Dixwaze di encama şer û pevçûnên pêncî salên di bin rêbertiya wî de, xwe bigihîne aştiyeke di navbera Kurd û Tirkan de. Di vê pêvajoya birêz Ocalan bi yek alî daye destpêkirin de ronahiya gotina fîlezof Cicero xwe dide der û ji ber vê yekê gelek alî bi guman nêzî vê pêvajoyê dibin û hin derdor vê gavavêtina birêz Ocalan wek “Teslimiyet”, hin derdor wek “Gaveke pir wêrek” û birêz Ocalan jî wek “serkevtinekê” bi nav dike.
Li gor felsefeya Cicero, ger di navbera aliyên şer dikin de aştiyek pêk were, ev aştî çendî xerab jî be, ji şerekî baş wê çêtir be. Niha dibe ku di encama şerê navbera Tirk û Kurdan de aştiyeke pir baş a dilê hemû Kurdan hênik bike û hemû şik û gumanên di dilê wan de bibersivîne li holê tine be. Lê ev nayê wateya, ku pêvajoya birêz Ocalan daye destpêkirin sibe-dusibe bi xwe re ji bo Kurdan rewşeke ji şerkirinê çêtir dernexîne holê. Kurdan di şerê pêncî salan de zêdeyî 50 hezar şehîd dan. Bi pêncîhezaran mal, gund, wêran bûn, dar û daristan hatin şewitandin û ref bi ref teyr, tilûr û tebayên erdnîgariya Kurdistanê hatin qirkirin. Di encamê de Kurd û Tirk gihiştin qonaxeke ku tenê ji hev bikujin. Lê kes zora kesî nikare bibe. Di dilê her aliyê şer dike de, têkbirina dijberê xwe û bidestxistina serkeftineke mezin heye. Lê berî zayînê di sedsala pêncan de hostayê şer ê çînî Sun Tzu di pirtûka xwe ya bi navê “Hunera Şer” de nivîsiye ku, “Di şer de serkeftina herî mezin a ku bê şerkirin were bidestxistin e.”
Piştî şerê pêncî salan ê di navbera Tirk û Kurdan de, her du aliyan jî serkeftin bi dest nexist. Niha birêz Ocalan dixwaze bêşer, şerê demokratîkbûn û azadbûna Kurdan bi dest bixe û ji bo wê hewl dide, ‘bi aştiyeke herî xerab encameke herî çêtir a ji şerekî herî baş ê bi sedsalan bidome’, bi dest bixe.
Gelo wê aştî di navbera Kurd û Tirkan de çêbibe? Ev demek e êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava rawestiyane, ev nîşaneyeke dengê gavên aştiyê ne. Dewleta Tirk jî di vî şerê pêncî salan de pir westiyaye, ji aliyê aborî, siyasî û dîplomasiyê ve pir lewaz ketiye, gel perîşan bûye, dewlet û artêş li hember têkoşîna Kurdan bêçare mane û ew jî di vê tengavê de li aştiyeke herî xerab digerin ku ji şerê herî baş çêtir be û bi vê yekê hilmekê bistînin.
Her danûstendina beramberî wê hin fêde bide aliyan û hin fêde ji aliyan bistîne, ku dikare wek xisar jî were binavkirin. Lê ji xwe birêz Ocalan ji bo danûstendinên xwe yên bi dewleta Tirk re nav lê kiriye û gotiye “Wîn-wîn”, yanî qezenc bike û bide qezenckirin. Ger Tirk di vê pêvajoyê de qezenc bikin, divê Kurd jî qezenc bikin. Qezenckirineke bi yek alî wê çênebe, her çendî gavên tên avêtin niha ji aliyê birêz Ocalan ve bi yek alî werin avêtin jî, helwesta dewleta Tirk a li hember Rojava û kêmkirin û carinan rawestandina êrişên leşkerî nîşaneyeke daxwaza aştiyê ye.
Dewleta Tirk dikare bi avêtina gavan ji bo mayîndebûna vê aştiya tê xwestin hêviyê zêdetir bike. Dikare girtiyên nexweş, Abdullah Ocalan, S. Demîrtaş û F. Yûksekdag û hemû girtiyên siyasî serbest berde. Dikare qeyûman paşve bikişîne. Dikare cerdevantiyê fesix bike. Dikare rê li pêşiya vegera gundan veke. Dikare bi her awayî nasnameya Kurdan qebûl bike û bi zagonan mîsoger bike. Ji bo vê divê li meclîsê komîsyonên dadweriyê werin sazkirin. Ev komîsyon wê bêmafî û mafxwariya ev sed sal in li ser Kurdan tên kirin lêkolîn bikin, bi nav bikin û ji bo mayîndebûna pêvajoya aştiyê ya çareseriya demokratîk pêşniyarên hişmend pêşkêşî meclîsê bikin. Bi vî awayî him qezenc bike û him bide qezenckirin û her du alî hem aliyê Tirk û hem aliyê Kurd wê xwe bigihînin girîngiya gotina Cicero ya berî 2070 salan.