23 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Aştiya civakî tenê bi avakirina bingeha qanûnî pêkan’

Serokvekîla Koma Meclîsê ya DEM Partî Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser ‘pêvajoya’ tê meşandin. Koçyigit bi lêv kir ku aştiya civakî tenê bi avakirina bingeha qanûnî pêkan e û wiha got: “Civakek demokratîk tenê bi demokratîkkirina qanûnan pêkan e. Azadiya rêxistinbûnê ya civakê tenê bi rakirina astengî û astengiyên qanûnî yên ku rê li civaka demokratîk digirin, pêkan e.”

Serokvekîla Meclîse ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyigit derbarê geşedanên dawî de li Meclîsê daxuyanî da. Gulîstan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku guhdarkirina malbatên ku xizmên xwe di pevçûnan de winda kirine pir girîng e û got: “Ev geşedan jî ji bo xebatên komîsyonê wê baş bibe û berpirsyariya komîsyonê jî mezin dike. Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, ÎHD, Wakfa Tahîr Elçî wê bên guhdarkirin. Guhdarkirina van saziyan pir girîng e. Dayikên Şemiyê 30 sal in têkoşîna dîtina kujerên xizmên xwe didomînin. ÎHD li dijî binpêkirinên mafên mirovan têdikoşe. Dayikên Aştiyê jî têkoşîna aştiyê didomînin. Bersivdayina têkoşîna wan jî. bi pêkanîna aştiyeke mayinde dibe.”

Gulîstan Kiliç Koçyigit destnîşan kir ku piştî kadroyên PKKê çeken xwe şewitandin, pêvajo ket merhaleyeke girîng û wiha got: “Em hin nîqaşên di raya giştî ya Tirkiyeyê de ji nêz ve dişopînin. Divê em jî diyar bikin ku em di têgihîştina wan de zehmetiyê dikişînin. Ew kes hewl didin rewşeke wisa çêbikin ku wekî ev hemû rastî tune ne. Ew hewl didin atmosferekê biafirînin wekî ku banga Birêz Ocalan a 27ê Sibatê tune ye. Ew hewl didin atmosferek wisa biafirînin ku ev bang di nav rêxistinê de deng veneda, wekî ku rêxistinê di 5 û 7ê Gulanê de bersiva vê bangê nedaye, wekî ku di merasîma îmhakirina çekan di 11ê Tîrmehê de pêk nehatiye û ew hewl didin ku bi hin nîqaşan vê rastiyê bi tevahî veşêrin.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser qonaxa pêvajo hatiye lê û da zanîn ku di çarçoveya pirsgirêka kurd de ev 45 sal in pevçûnek heye. Gulistan Kiliç Koçyîgît qala rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û axaftina xwe wiha domand: “ Wekî me, hemû gelên li Tirkiyeyê di pêvajoya derbaskirina astengiyên girîng de rola girîng a Birêz Ocalan dît. Hêza ku girêdayî soza wî û hemû biryarên ku rêxistinê di çarçoveya bersiva soza wî de pêk anîne dîtin. Ji ber vê yekê, em dixwazin careke din tekez bikin ku divê em vê nîqaşê, di vê atmosfera siyasî de, di vê pêvajoya nû de bimeşînin û li gorî vê rastiyê tevbigerin. Birêz Ocalan, ku di banga xwe ya 27ê Sibatê de îradeya xwe ya ji bo aştî û civaka demokratîk nîşan da û li gorî wê gelek gavan girîng hêsan kir, bi berdewamî, parlementoyê wekî navnîşana çareseriyê diyar kir û zemînên siyasî û qanûnî nîşan da. Bi rastî, divê qada siyasetê berpirsiyariyê bigire ser xwe, û divê siyaset bi lez gavan bavêje da ku pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê bicîh bîne. Em dixwazin girîngiya nêrîn, raman û di avakirina diyaloga bi aliyê Kurd re rola Birêz Ocalan girtiye ser xwe teqez bikin. Di vê çarçoveyê de avakirina diyaloga bi hemû aliyan re, dê karê komîsyonê hêsan bike, dê xebata wê bêpirsgirêk û misoger bike û dê rê li ber pêşveçûna domdar a vê pêvajoyê veke.”

‘Demokratîkbûn bi qanûnan pêkan e’

Gulîstan Kiliç Koçyigit da zanîn ku piştî ku guhdarkirina aliyan bi dawî bûn, divê rêziknameyên qanûnî derbarê endamên PKKê yên ku çekên xwe danînê, werin amadekirin û ji bo beşdarî xebatên siyasî û civakî bibin, heta 1ê Cotmehê bînê rojeva Parlamentoyê. Gulîstan Kiliç Koçyigit bi lêv kir ku aştiya civakî tenê bi avakirina bingeha qanûnî pêkan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civakek demokratîk tenê bi demokratîkkirina qanûnan pêkan e. Azadiya rêxistinbûnê ya civakê tenê bi rakirina astengî û astengiyên qanûnî yên ku rê li civaka demokratîk digirin, pêkan e. Em bawer dikin ku divê ev qanûnên entegrasyona demokratîk û herwiha qanûnên ku dê demokrasiyê pêş ve bibin, bi lez werin nîqaşkirin û werin rojevê. Em li ser pêvajoyeke nû, çareseriyekê nîqaş dikin. Em behsa çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk dikin, lê dema ku em li pratîkên desthilatdariya siyasî dinêrin, em tam rewşeke berevajî vê yekê dibînin. Em dixwazin operasyonên li dijî CHPê di 19ê Adarê de dest pê kirin û bênavber berdewam dikin werin ronîkirin.”

‘Operasyonên komploger tên organîzekirin’

Di dawiya axaftina xwe de Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku operasyona li dijî Şeredariya Beyoglu darbeyeke li dijî îradeya gel e û ev tişt gotin: “Şaredarê Beyoğluyê Înan Guney û 16 kesên din hatin girtin. Ev ne cara yekem e. Operasyon her roj bi pêlan nû tên kirin. Ev operasyon ji bo ku muxalefeta siyasî û civakî bi rêya dadgeriyê astengkirin e. Ew operasyon eşkere ye ku, desthilatdariya siyasî ji bo hevrikên xwe bi destê dadgeriyê ji holê radike. Ev operasyon derbeyek li dijî sindoqên dengdanê, hilbijartinan û îradeya hilbijêran e. Wekî endameke partiya ku van hemûyan jiyaye û van hemû ezmûnan pir baş derbas kiriye, û ji sala 2016an vir ve qeyûm ji bo bi sedan şaredariyan hatine tayînkirin dizanin. Bi sedan hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê hatine girtin hene û gelek endamên partiyê ku hîn jî di girtîgehê de ne, em pir baş dizanin. Me bi çavên xwe dîtiye ku komployên siyasî çawa bi rêya operasyonên dadgerî tên organîzekirin û çawa hewl tê dayîn ku siyaset bi rêya van komployan tê kontrolkirin û em dibînin ku ev pêvajo berdewam dike.”