Ka em gotina dawiyê pêşiyê bêjin; ji bo ku destê Rêber Apo lawaz bikin, êrişên xwe yên li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê didomînin. Yên êrişan aşkere didin meşandin û li ber çavan tên xuyakirin, dibe ku çeteyên girêdayî Colanî bin, heta dibe ku ji bo xwe rewa bidin nîşandan, bi fermî xwe bi navê Artêşa Sûriyeyê jî xwe nîşan bidin.
Lê li pişt vê hêza cihadîst û jenosîst, bêguman Dewleta Tirk a di bin desthilata Receb Erdogan de heye. Ka ji bo ku hinek din jî zelaltir bibe; desthilata di ser Dewleta Tirk re jî DYA ye û ev rastî ne veşirî ye.
Ma dema civîna bilind a NYê, di civîna taybet a Rojhilata Navîn de, Trump li pêş kameraya aşkere negot; “Ev kabira (Erdogan destnîşan kir), gelek zîrek e û pirsgirêka Sûriyeyê wî bi hêsanî hal kir, hema bi rehetî Colanî ji Idlibê rakir ew anî li Şamê kir desthilatê Sûriyeyê”!
Vê gotina Trump, dema darbeya leşkerî ya Kenan Evren a 12ê Îlonê anî bîra mirovan; balyozê wê demê yê DYAyê, ji bo vê derbeya faşîst peyam şand ji dewleta xwe re û got, “Zarokên me, karê xwe gelek bi serkeftî û hêsanî pêk anîn”!
Naveroka gotin û peyamên wan çawa dişibin hev ne? Jixwe tê zanîn ku hemû fermandarên mezin ên artêşa tirk, bawernameya xwe ya ji bo mezinbûna fermandariyê-kurmay di arteşê de, ji DYAyê wergirtine û Kenan Evren yek ji wan bû.
Ma Receb Erdogan jî, hema di heman rêya paralelî vê sistemê re derbas nebûye? Belê, dema li Tirkiyeyê hat ‘girtin’, di wan çend mehan de ji aliyê misyonerên amerîkî ve hat perwerdekirin, li derve ji bo wî partî (AKP) hat damezirandin, paşê ji zindanê-perwerdexaneyê derxistin û ew bi lez kişandin Amerîkayê. Li wir mîna serokê dewletê hat pêşwazîkirin û heta roja îro ew mekanîzma ya ku ava kirine tê birêvebirin…
Ji bo hilbijartinên mizewer-sixte-qelp, li ser pirsa rojnamegeran Trump got, ‘vê pirsê jî ji Receb Erdogan bikin, ew ji herkesî baştir vê mijarê dizane’. Ev bersiva wî jî gelek balkêş bû û mijara me ya li jor hîn xurtir dike.
Îcar, wisa diyar dibe ku di vê serdemê de jî, ji bo hinek plan û projeyên wan ên xerabker hê pêdiviya wan bi Receb Erdogan heye.
Li gor hewldanên wan ên van demên dawî, tê xuyakirin ku wê Receb Erdogan bikin koordînatorê van desthilatên cîhadîst û jenosîst ên mîna Afganistan û Şamê. Herwiha hewldan heye ku li hinek welatên din ên mîna Iraq û Lubnanê jî desthilatên xwedî heman zihniyetê ava bikin û di bin fermandariya Receb de bidin xebitandin.
Bêguman, wê van desthilatan, di serî de li dijî Îranê bi kar bînin û şerkirin, da ku bikaribin li dijî Rûsya û Çînê bi hêztir bibin. Belê, li aliyê din yê yekser têkildarî Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê ye, niha di serî de desthilata Colanî ye. Li pey wê di rêzê de desthilatên Îran, Iraq û Tirkiyeyê ne.
Siyaseta ku DYA bi nûnerên xwe Barrack û fermandarê CENTCOMê Cooper re dide meşandin, îdarekirina her du aliyan e, wateya ev e, “bila HSD û Colanî, dilê wan nemîne, bila her du jî dostên min bin…”
Ma gelo HSD û Colanî çawa dibin mîna hev? Yek Colanî ku dijminê gel û baweriyên cuda û jinan e!
Ya din HSD ku dostê hemû gel û baweriyên cuda, jinan, ekolojî û her wiha li gel hemû tiştên hêja, bi rûmet, azad, demokrat û aştîxwaz e!
Gotin û kirinên her du aliyan jî li ber çavan in. HSD, heta niha ji bilî DAIŞê û yên mîna wan êrişî kê kiriye? Colanî heta niha ji bilî DAIŞê û yên mîn wan, ma gelo tu kes û alî mane ku êrîşî wan nekiribe û jenosîd
pêk neanîbe? Piştî elewiyên beravê û durziyên Siwêdayê, vê carê bi hemû hêza xwe êrişî ser kurdan kir; Şêxmeqsûd û Eşrefiya Helebê û gelek deverên din!
Weke gotina despêkê hat kirin; êriş û bazaran bi hev re yan jî aştî û êrişan bi hev re dimeşînin. Hêvî û miraza wan ev e ku, ka gelo wê bikaribin îrade û têkoşîna gelê Kurdistanê bişikînin û bi vê re li Îmraliyê, di bazara siyasî de destê Rêber Apo lawaz bikin.
Lê him gelê me û him tevgera gelê me dîsa qehremaniya xwe nîşan da û rê neda serkeftina wan û mirazê wan di qirika wan de hişt. Erê, weke her car tê gotin, divê tu caran neyê jibîrkirin ku, xeterî xelas bûne û bila kes xwe piştvala nehêle. Lê mirov dikare bêje temenê desthilata Receb Erdogan û Colanî ne dirêj e û dibe ku ev êrişên wan ên dawî xweceribandin bin.