13 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Aştî bi bombebaranê nabe

Eger Tirkiye her roj balafirên şer ên F-16 ji Amedê rake û herêma Parastina Medyayê bombe bike û mafên kurdan ên siyasî û hiqûqî nede wan dê aştî çawa pêş bikeve?

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bi banga dîrokî ji PKKê xwest ku kongreya xwe pêk bînin. Li ser banga Abdullah Ocalan, PKKê di di 5-7ê Gulanê de 12emîn Kongreya xwe pêk anî. Di 12ê Gulanê de encamnameya 12emîn Kongreya xwe aşkere kir û diyar kir ku dawî hemû xebatên xwe anîne û xwe fesix kir. Di ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 75 roj derbas bûn, lê dewlet hîn di înkar û îmhayê de israr dike. Balafirên şer ên F-16 dîsa bê navber ji Amedê radibin û berê xwe didin herêmê parastina medyayê. Her roj û her şev bê navber balafirên şer ên F-16 ji Amedê radibin. Hîn girtiyên siyasî nehatine berdan. Hîn Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk ku hemû pêkhateyên Tirkiyeyê beşdar bibin nehatiye avakirin. Hûn mafên kurdan ên ziman, çand û nasnameyê bi zagonan nehatiye parastin. Hîn bê navber li ser şervanên Kurd bombeyan dibarînin. Navenda Ragihandinê ya HPGê daxuyaniyê dide û bîlançoya êrîşên balafirên şer û topbarana obus hawanan bi raya giştî re parve dike. Li gorî raporan zêdetirî 23 hezar caran li herêmê bombe hatine barandin.

Du hefteyan carekê Walîtiya Şirnexê qedexeya derketina zozan, mêrg û çiyan radigîne. Nûçeyên operasyonan li ser ajansan tên parvekirin. Dîsa polis bi ser malan de digirin û deriyên malan dişkînin. Di serdegirtina malan de ciwanan binçav dikin.

Gelo agahiya Serokê MHPê Dewlet Bahçelî ji van agahiyan heye. Eger agahiya wî ji van agahiyan tune be, qey nûçeyên ajansan naxwîne. Ji bo bibe xwedî agahî divê hinekî jî ajansên muxalif bixwîne. Ji ber ku ajans, tv û rojnameyên girêdayî medya hawiz rastî û heqîqetê ji gel vedişêre. Tenê aliyekî dibîne û aliyê din nabîne. Wê demê rastî têne berovajîkirin. Divê rayedarên hikûmetê û Serokê MHPê Dewlet Bahçelî van rastiyan bibîne û têkildarî van geşedanan helwestekê nîşan bide.

Dewlet Bahçelî 7 meh berê di 1ê Cotmeha 2024an de got ‘Beriya aştiya cîhanê divê em aştiya navxeyî pêş bixin.’ Bi vê yekê li xwe mikur hat ku li Tirkiyeyê şer heye. Heta niha şerê li Tirkiyeyê înkar dikirin. Lê tenê mikurhatin têr nake. Ji bo aştiya navxweyî pêş bikeve, divê berî her tiştî rastiya “Çima zarokên Kurdan berê xwe dan çiyê û rahiştin çekê? Li gorî heqîqeta wê analîz bike. Divê berê pirsa Kurd çi dixwazin û doza çi dikin? Bibersivîne. Ji bo aştiyek navxweyî pêş bikeve, Divê aliyên şer li hev rûnên û li ser peymanekê li hev bikin. Divê tenê ji aliyekî aştiyê nexwaze. Divê ji her du aliyan jî heman tiştî bixwaze.

Aştî û şer bi hevre nameşin

Cihê ku şer lê hebe aştî pêş nakeve. Ji bo aştî û aramî pêş bikeve, divê berî her tiştî şer bi dawî bibe. Ji bo şer bi dawî bibe, divê herdu aliyên şer ango hemû aliyên şer dawî li êrîş û şerê xwe bînin. Niha li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê tê niqaşkirin. Gelê Kurd û partiyên siyasî yên têkoşîna aştî û demokrasiyê dimeşînin bi salan e aştî û demokrasiyê dixwazin. Bi salan e siyaseta demokratîk û edaletê dixwazin. Mafê xwe yê mirovî û gerdûnî dixwazin.

Gelê Kurd û partiyên Kurdan ên doza azadiya vînê û siyaseta demokratîk dikin, dixwazin hemû pirsgirêkan bi rêya siyaseta demokratîk li meclisê çareser bikin. Destnîşan dikin ku ji ber ziman, çand û nasnameya wan tê înkarkirin û hemû mafên wan ên gerdûnî ji destê wan hatiye girtin, doza mafên xwe dikin. Lê tevî ku hikûmet û dewlet gavên şênber navêje û mafê wan bi zagonan mîsoger nake jî disa tişta ku hikûmet û dewlet dixwaze dikin. Beyî tecrîd bi dawî bibe û bêyî şertên hiqûqî û siyasî bên avakirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xwîn raweste û êşên dayikan bi dawî bibe, di 27ê Sibatê de banga dîrokî kir. Li ser vê bangê PKKê di 1ê Adarê de agirbesta yek alî îlan kir. Di 12ê Gulanê de jî encamnameya Kongreya 12emîn aşkere kir û destnîşan kir ku wan dawî li hemû xebatên PKKê anîne. Li Ruxmê ku dewletê di 75 de zêdetirî 23 hezar caran êrîşên hewayî û bejayî pêk anî jî dîsa li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 5-7ê Gulanê de 12emîn Kongreya xwe pêk anî. Li gel ku PKKê Kongreya xwe pêk anî û biryara fesihkirin û çekberdanê da jî, dîsa êrîşên li dijî tevgera azadiyê berdewam dikin. Dîsa balafirên şer her roj xewa zarokan direvînin. Dîsa bajar ji ber dengê teyarên şer diheje. Dîsa êrîşên ezmanî û bejayî berdewam dikin. Dîsa li ser axa Kurdistanê bombe dibarin. Dîsa çekên kîmyewî tên bikaranîn.
Gelo piştî ku PKKê biryara fesihkirinê û çekberdanê da, dê dewlet gavên çawa bavêje? Gelo dê dîsa bi tang û topan herêmên parastina medyayê bombe bikin?

Gelo eger dewletek aştiya navxweyî bixwaze dê çawa yek alî aştî pêş bikeve. Eger aliyek agirbestê îlan bike û xwe fesix bike, aliyê din jî êrîşên xwe berdewam bike ev tê çi wateyê. Gelo êrîşên hewayî û bejayî berdewam bikin, girtin û binçavkirin bidome. Girtiyên siyasî neyên berdan, tecrîd bidome, ziman, çand, qedexe bin, Zozan, Çiya, Newal û warê Kurdan li Kurdan qedexe be, her roj daristanên Cûdî û Gabarê bên talankirin û wêrankirin, li ser axa Kurdistanê avakirina Kaleqol û Qereqolan berdewam bike, dê aştî çawa pêş bikeve. Kurd dê çawa baweriya xwe bi dewletê bînin. Gelo cihê şer yek alî bidome dê çawa aştî û aramî pêş bikeve? Divê rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, rojnameger, hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan tev li bersîva vê yekê bigerin û li dijî şer têkevin nava hewldanan.