12 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Aştî bê ziman nabe

Ji bo aştiya civakî pêş bikeve, divê berî her tiştî hemû pêkhateyên civakê di serî de ziman, hemû nirxên civakî yên wekî ziman, çand, baweriyan qebûl bikin û biparêzin. Nexweş aştî pêş nakeve.

Aştî; aramî û lihevhatina hemû zindiyan e. Aştî; hevsengî û agengiya jiyana navbera hemû pêkhateyên jiyanê ye. Parastin û pêşxistina hemû nirx û çanda mirovan e. Ji bo du mirov, aştiyê pêk bînin, divê berî her tiştî bi her awayî nirxên yê li hemberî xwe qebûl bike û hurmetê nîşanî nirxên wî-wê bide. Divê çandên hev qebûl bikin û hurmetê nîşanî çandên hev bidin.

Eger du malbat, du eşîr, du qabîle, du netew, du partî, ango du rêxistin û dewlet bi hevre aştiyê pêk bînin, divê beriya her tiştî nirxên hev yên çandî, bawerî û nasnameyî qebûl bikin. Divê hurmetê nîşanî ziman, çand, nasname, bawerî û nirxên esasî bidin.

Li aliyê din ji bo mirovek, eşîrek ango neteweyek bi mirovekî din, eşîrek din û neteweyeke din re aştiyê çêke, divê berî her tiştî bi xwe re aştiyê pêk bîne. Li xwe vegere û  beriya her tiştî nirxên xwe yê hebûnê qebûl bike û biparêze. Divê hemû nirxên xwe yên esasî pêş bixe û xurt bike. ku Divê bi nirx û mirateya xwe re li hev be û bi nirxên xwe re aştiyê pêk bîge.

Îro mijara aştiyê di rojevê de ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bagna “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Ev bang ji aliyê gelek siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenan ve wekî manîfesto hat qebûlkirin û dîtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji  93an heta niha bi taybetî mijara aştiyê tîne rojeva Tirkiyeyê. Dixwaze pirsgirêkê bi rêya aştiyê pêk bînin.  Ji ber ku disane hemû çareserî li ser aştî û aramiyê pêş dikevin. Ji bo vê yekê jî pêwistî bi siyaseta demokratîk, fikrên azad û nasnameyek azad heye. Lê eger siyaset û fikr ne azad be, eger qedexe li zer ziman, çand û nasnameyê hebe, ew hebûn an serî hildide û derdikeve rastiyê, an jî asîmîle dibe û tune dibe. Ji bo aştiyek pêk bê, şertên aştiyê hene. Ji bo aştî pêk bê, divê beriya her tiştî hêza serdest ku zilmê li hêza bindest dike, nirxên wî-wê hêzê qebûl bike.

Neteweyek, eşîrek ango qabûleyek bi hin nirxên xwe yên esasî heye. Bi ziman, çand, dîrok, erdnîgarî, bawerî navê xwe heye.  Xwedî nasnameyek e. Nirx û pîvanên ku ku nasnameyê ava dike, ziman, çand, bawerî, dîrok , reng û berhemên wê civak-neteweyê ye.

Ji 27ê Sibata 2025an heta niha 2 meh 10 roj ango 70 roj derbas bûn. 70 roj berê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Dewlet Bahçelî dema li ser navê dewletê serdana DEM partiyê kir, got ‘Pêdiviya Tirkiyeyê ji aştiya navxweyî heye. Heta ku aştiya navxweşî safî nebe, bi cîhanê re zahmet e. Di ser banga Dewlet Bahçelî re 7 meh û 10 roj derbas bûn.

Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan piştî banga  “Aştî û Civaka Demokratîk” kir, hemû gelê kurd, partiyên Kurdan û rêxistin û sendîkayên kurdan piştgirî dan bangê. Di Newrozê de li çar aliyê Kurdistanê bi milyonan Kurd û dostên Kurdan piştgirî dan banga Aştî û Civaka Demokratîk.  PKK û KCKê bersîv dan bangê û gotin ‘Em li pişt banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, partiyên Kurdan ên li Tirkiyeyê û dîsa PKK û KCKê daxuyani dan û piştgirî dan banga Abdullah Ocalan. Lê îro partiyên li Meclisê her çend piştgirî dan bangê jî ji bo zagon bên guhertin, ji bo komîsyon li meclisê bê avakirin, ji bo mafê Kurdan û nasnameyên din bên parastin tu gav neavêtine. Ji bo aştiyek demokratîk û mayinde bê avakirin tu daxuyanî nedane. Tu hewldanên wan çênebûye. Dîsa AKP û MHP jî bi heman rengî li hemberî van gavên ku hêzên kurdan avêt, tu gav neavêt.

Ji bo civakeke demokratîk pêk bê, divê berî her tiştî hemû nirxên wê civakê bê qebûlkirin.  Yanî divê dewlet û hêzên serdest berî her tiştî bi hemû ziman, çand, nasname û baweriyên li ser vê axa Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn re aştiyê pêk bîne. Divî zimanê kurdî, çand, nasanme û baweriyan li her derê û li her dê qabûl bike û hurmetê nîşan bide. Divê nav û nasnameya ziman qebûl bike û ji bo pêşketinê derfetan bide.  Divê dewlet bi zimanê Kurdî re li hev bê û Kurd karibin bi kurdî siyasetê bikin. Çiqas Kurd karibin bi kurdî siyasetê bikin, dê ew qas aştî û aramî bi ser bikeve, Çiqas karibin bi kurdî siyasetê bikin, dê ew qas coş, kelecan, hezkirin û hembêzkirin bi ser bikeve.