Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga xwe ya dîrokî ya 27ê Sibatê de, dema bang li PKKê dike û dixwaze xwe fesix bike û çekan dayne, di heman demê de dixwaze dewlet ji hemû nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan re rêzê bigire û wan qebûl bike. Dixwaze rê li pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin.
Cihê ku rêz ji hemû nasname, bawerî û pêkhateyan re bê girtin, cihê ku înkar û îmha lê tune be û her wiha cihê ku siyaseta demokratîk lê hebe, pêdivî bi şer nabe. Pêdivî bi parastinê jî nayê dîtin. Lê cihê ku şer, înkar, îmha û tunekirin lê hebe, bêguman pêdivî bi parastinê jî heye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qala Aştî û Civaka Demokratîk dike. Cihê ku aştî û Civaka Demokratîk lê pêş bikeve, pêdivî bi parastinê namîne.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hin beşên banga xwe de wiha dibêje: “Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekitî û berdewamiyeke mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tune ye û ne mimkun e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e.”
Rêber Abdullah Ocalan di paragrafeke din a nameyê de wiha dibêje: “Di salên 1990î de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike. Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesixkirina wê heye.”
Abdullah Ocalan di berdewama bangê de wiha dibêje: “Rêzgirtina li nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkun e. Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekitî û berdewamiyeke mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tune ye û ne mimkun e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e. Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.”
Azadî bi parastina mafan pêkan e
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di beşên cuda yên Parastina Sosyolojiya Azadiyê de jî wiha dibêje: “Azadiya esasî bi qasî tekakesî girîng e, aliyê civakîbûnê jî milê parastina nasname, çand, ziman û berjewendiyê civakê jî girîng e. Azadiya tekakesî û kolektif dema li ser vê bingehî hev temam bike, mirov dikare qala civaka azad bike.”
Abdullah Ocalan di beşeke din a paraznameyê de wiha dibêje: “Di dîrokê de tê dîtin ku di Împaratoriya Romayê de felsefeya Girekan, di Împaratoriya Pers Sasaniyan de jî zanîna hînkirina Zerduşt nebûne çareserî. Rastiya şerê di navbera herdu aliyan de encama neçareseriyê ye. Di dîroka şaristaniyê de şer amûrên sermaye û serweta îktîdarê ye.
Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku şeran her dem bi xwe re burokrasî afirandiye û wiha lê zêde dike: “Artêş bi xwe rêxistina herî mezin a burokratik e. Civakê li ser esasê xwe parastinê bi hezaran salan hebûna xwe parastiye, gerilla û artêşên parastina gel kirine sazî. Bêguman em nikarin şerê parastinê û şerê tekela mîlîtarîst bikin yek. Yek jê civakê diparêze, yek jî li dijî civakê li ser esasê dagirkirin û mêtîngeriyê hatiye avakirin. Yek jê azadiya civakê esas digire, ya din kolekirina civakê esas digire. Ji ber vê yekê Şaristaniya Demokratîk li ser esasê pergalkirina parastina xweser li dijî Mîlîtarîzma Şaristanîparêz pêş ketiye.
Rêber Abdullah Ocalan bibîr dixe ku ji bo civakek hebûna xwe berdewam bike, pêwistiya wê bi saziyên exlaqî û polîtik heye û dibêje: “Dema saziyên exlaqî û polîtîk ne çalak bin, ew civak nikare xwe ji lepên dagirkerî û zordariyê rizgar bike. Civaka ku aliyê wê yê exlaqî û polîtîk felç bibe, tenê dikare xwe bi Parastina Cewherî berdewam bike. Halê şer nebûna aştiyê ye. ji ber vê yekê Aştî tenê dikare bi Parastina Cewherî bi wate bibe. Aştiya bêparastina rewa, dikare bibe îfadeya koletî û teslîmîyetê.
Lîberalîzm îro aştiya bê parastin li civakê ferz dike. Eger aştiyeke bêparastina cewherî, wekî aştiyek rasteqîn bê nîşandan, hev ewldana hegomonyaya sermayeya bîrdozî ye.
Siyaseta Demokratîk ne tenê tarzek e. Di heman demê de yekparebûna sazibûnê ye. Eger partî, kom, meclis, medya û gelek saziyên din, bi hevre çalakiyan pêk neynin û biryaran negirin, pratîka siyaseta demokratîk pêş nakev.e Armanca ewil a têkoşîna polîtîk û siyaseta demokratîk avakirina Civaka Demokratîk e. Siyaseta li dijî vê yekê jî armanc dike ku bibe desthilat. Armanca desthilatê jî ew e ku pakekê ji sermayeyê bigire.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr dixe ku kadro, medya, rêxistinên partiyan û saziyên civakî, divê her tim xebatên perwerdehiya civakê pêk bînin û paşguh nekin. Divê rêzdariyê bide hemû cudahî û rengên civakê. Parastina cewherî polîtikaya ewlehiya Civaka exlaqî û Polîtîk e.
Di parastina cewherî de divê mirov nekeve du şaşiyan. Yek jê wekî kezebê teslîmî pisîkê bike, mirov parastina xwe teslîmî pergala tekel û sermayeyê dike. Bi hezaran mînakê vê yekê hene. Ya duyemîn; li dijî dewletê wekî dewletê tev digere. Cerebeyên Sosyalîzma Reel bi têra xwe pêşiya me ronî dikin.”