12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aştî an radestî?

Cahît Kirkazak

Ger ku daxwaz û armanca Bahçelî aşîtî be rê diyare û rê vekiriye. Birêz Abdulah Ocalan jî amade ye. Gelê kurd bi salan e bi dengekî bilind û zelal dibeje ku Abdullah Ocalan vîna aştî û çareserîyê ye.

Dema di yekê cotmeha du hezar û bîst û çaran da serokê MHPê Bahçelî serî li koma DEM Partiye xist di nava gel de tevgerek çêbû. Ji her seriyekî dengekî cuda derdiket. ‘Gelo pêvajoyekî nû dest pê dike.’ ‘Dewlet bi birêz Abdulah Ocalan re li hev hatiye, lê rêxistina wî astengî derdixe’, ‘tevgera siyasiya Kurd hevdîtinên pişt derî pek tînin’ û hwd. Ji ber ku gotinên Bahçelî ên ku derdiketin manşetê gelek balkêş, bi îdîa û di astên jor de bûn. Heger mirov tenê li gotinên Bahçelî yên li manşetê binêre dê şaş be. Ji ber ku Bahçelî di hurgilîya axaftina xwe de tiştê ku behs dikir ne ji bo aştiyê bûn, ji bo rasdestgirina kurdan bû.

Ger ku daxwaz û armanca Bahçelî aşîtî be rê diyare û rê vekiriye. Birêz Abdulah Ocalan jî amade ye. Gelê kurd bi salan e bi dengekî bilind û zelal dibeje ku Abdullah Ocalan vîna aştî û çareserîyê ye. Dewlet jî vê rastiya a Abdullah Ocalan dîtiye û baş dizane. Ji 1993an heta îro çi wextî dewlet bi Ocalan re ketibe têkîliyê û dîyalogê dengê çekan qut bûye hêviya aşîtiyê şîn bûye. Birêz Ocalan di peyama xwe ya Tebaxa 2019an de got ku ‘Ez dibêjim ez dikarim di hefteyekê de rewş û îxtimala pevçûnê ji holê rakim. Ez dikarim çareser bikim, ez bi xwe bawer im, ez ji bo çareseriyê amade me. Lê divê hem dewlet û hem jî mejiyê dewletê tişta pêwîst bike.’ helwesta xwe ya aşîtiyane îlan kir. Birêz Ocalan bi vê helwesta xwe, dewletê jî vedixwend aştiyê. Ocalan helwesta xwe ya aşîtiyanê di Cotmeha du hezar û bîst û çaran da jî dubare kir. Di 23 ya Cotmeha 2024an de di hevdîtina birarziyê xwe de ku di heman demê de parlementerê DEM Partîyê Omer Ocalan, peyama xwe a aşîtiyane bi raya giştî re parve kir. Abdulah Ocalan di peyama xwe de weha dibêje: ‘Ger şert û merc pêk werin, hêza min a teorîk û pratik heye ku ez vê pêvajoyê ji qada nakokî û tundiyê derxim qada hiqûqî û siyasî.’ û dewletê dubare vedixwend aştiyê.

Lê li aliyê dewletê mixabin sed sal e tiştekî li ser navê aştî, wekhevî, azadî û aramiyê tune ye. Dewlet dîsa li pey deq û dolaban e.

Li hêlekê hevkarê desthilatdariyê, Bahçelî bi ferzkirina çekberdana PKKê ji bo Ocalan bi pêkanîna ‘mafê hêvîyê’ goya destê aşîtîyê dirêj dike, li hêla din jî bi destê rejîma qeyyûman xespkirina vîna kollektîf a Kurdan, qedexekirina çand û zimanê Kurdan, bi operasyonên sîyasî binçavkirin û dîl girtin didome. Îro jî şerê navxweyî ên Sûriyê geş dikin. Di şerê navxweyî yê Sûriyê ew armanca sereke ya desthilatdariya Tirkiyê ew e ku li bakûrê rojhelata Suriyê Kurd nebin xweyî statû. Erdogan û alîgirên wî vê helwestê eşkere dîyar kirin.

Wextê mirov li dîrokê û li geşedanên rojevê dinêre mirov fêm dike ku helwesta desthilatdara AKP û MHP û mêjîyê dewletê ne li ser aştiyê ye. Armanca wan ew e ku rasterast tevgera Kurd radest bigirin. Ev helwest ne rast e û Kurd jî êdî nakevin van defikan. Tevgerên Kurd hemûyan jî eşkere kirin ku ji bo aştiyeke mayînde û birûmet amade ne.

Helwesta Ocalan ji bo wan ji derbas bûyî ye. Wê demê mêjîyê Dewleta Tirk û desthilatdara wan ku dilsoz bin, bila şert û mercên diyalogê ava bikin û ji bo aşîtiyê bi Ocalan re dest bi danûstandinan bikin. Lewra Ocalan gotibû ji bo aşîtiyê ku şert û merc pêk bên ez xwediyê hêza teorîk û pratîk im. Lê belê em baş zanin mêjiyê dewletê ne ji bo aştiyê ye, ji bo têkbirin û tunekirina vîna hevpar an kurdan e.

Bahçelî di axaftina xwe ya balkêş de dibêje ‘Ocalan bi şertê ku PKKê ji holê rake, bila were li meclîse biaxive’ dixwaze ku pêşî, li pêkanîna biryara ‘mafê hêviyê’ a ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Ocalan daye lê bigire. An jî bi pêkanîna vê biryarê  dixwaze ku tevgerên kurd berê hev bide û tevgerên kurd tasfiye bike.

Îro şerê Sûriyê ê navxweyî bi destê hêzên emperyal û çeteyên wan dîsa geş bûye. Encama vê şerê çi bibe bila bibe ji îro de qet ne dîyar e, tu kes jî nikare paşeroja vî şerî pêşbîn bike. Ji ber wî jî em di serî de ji Tirkîyê û Sûrîyê bigire bang li hemû dewletên rojhilata navin dikin.

Eger hûn dixwazin xwe û gelê xwe biparêzin, nekevin xeterryê, dest ji êrîşên li ser kurdan berdin. bi deg û dolaban û li ser navê aşîtiyê dest ji radestkirina kurdan berdin.  Dest ji antî-kurdbûnê berdin, mafê Kurdan binpê nekin. Statûya Kurdan qebûl bikin. Da ku aşîtî û aramî û demokrasî were rojhilata navîn.

Sed sal e em dibêjin neyartiya bi kurdan re aramiyê ji tu kesê re neaniye, yên ku neyartiyê bi kurdan re kiribin ew her dem têk çûne. Binêrin li dîrokê; kî bi kurdan re li hev be li rojhilata navîn serdest e, kî bi kurdan re neyar be li rojhelata navîn bin dest e.