11 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Asta sansura înternetê ya li Tirkiyeyê hat aşkerekirin

Li Tirkiyeyê asta sansurkirina înternetê di raporên rêxistinê navneteweyî deye. Li gorî raporea IFODê li Tirkiyeyê 1,2 milyon navê qad û malperan hatin sansurkirin.

Rapora “EngelliWeb 2024” ku ji aliyê Komeleya Azadiya Îfadeyê (IFOD) ve hat weşandin, asta sansura înternetê ya li Tirkiyeyê raxist pêş çavan.

Li gorî raporê, li gel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî sansur dewam dike û heta dawiya sala 2024an milyonek 264 hezar û 506 navê qad û malperên înternetê hatin astengkirin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku sansur êdî ne hewldaneke îstîsnaî ye, lê belê bûye parçeyek ji karê ji rêzê yê rêveberî û dadgeriyê.

Li gorî salan, hejmara qadan ên hatine astengkirin bi vî rengî ye:

2018: 347.445

2019: 408.494

2020: 467.011

2021: 574.798

2022: 712.558

2023: 953.415

2024: 311.091

Bi giştî 852 saziyên cuda û dadgehan bi milyonek 78 hezar û 348 biryaran weşan qedexe kirin.

Hin ji naverokên hatine qedexekirin bi vî rengî ne:

270 hezar navnîşanên URL

17 hezar hesabên Twitter/X

75 hezar tweet û parvekirin

25 hezar 500 dîmenên YouTube

16 hezar 700 parvekirinên Facebook

16 hezar parvekirinên Instagram

Çapemeniya Azad

Raporê her wiha nîşan da ku saziyên çapemeniya azad ên weke Ajansa Mezopotamya (MA), JINNEWS û ETHA bûne hedef. Hate ragihandin ku navê qadan ên van ajansan gelek caran hatin astengkirin û hesabên wan ên medya dîjîtal hatin girtin.