12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Asayişa  PDK’ê bi fermana jor nûnerên HDP’ê dersînor kirin

Asayişa PDK’ê di 4’ê mijdarê de 4 endam û nûnerên HDP û DEM partiyê yên Hewlerê dersînor kirin. Nûnerê HDP’ê Hîkmet Hatîp anî ziman ku asayişa PDK’ê ew bi fermaneke jor dersînor kirine û xwest kesen demokrat li dijî vê yekê bêdeng nemînin.

Asayîşa PDK’ê di 4’ê mijdarê de berdevk û endamên nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Herêma Kurdistanê ji Hewlêrê dersînorkirin. Hêzên asayişa PDK’ê, berdevkên HDP û DEM Partiyê Hîkmet Hatîp û Sitkî Yalvaç û rêveberên Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Aydin Yalvaç û Nasir Yagiz ji bo asayîşê hatine vexwendin. Piştî hatin vexwendin, asayîşê wana bi darê zorê li wesayîtan siwar kirin û ji sînorên Hewlêrê derxistin.

Piştî bûyerê nûnerên DEM Partî û HDP’ê yên hatin dersînorkirin çûn Silêmaniyê û di 8’ê mijdarê de têkildarî bûyerê li Slêmaniyê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnertiya HDP’ê li Parka Azadî ya Silêmaniyê civîneke çapemeniyê lidarxist û agahiyan parve kir. Endamê Nûnertiya HDP’ê Newzad Coşkun destnişan kir ku PDK’ê carek din xiyaneta xwe dubare kir û çar endamên nûnertiya HDP’ê ya Başûr ji Hewlêrê derxist.

Têkildarî bûyerê Endamê Nûnertiya HDP’ê yê Hewlerê Hîkmet Hatîp ji rojnameya me re axivî û serpêhatiyên xwe vegotin.

Endamê Nûnertiya HDP’ê Hikmet Hatîb anî ziman ku di 4’ê mijdarê de ji asayişa PDK’ê ya Hewlerê telefonî wan kirin û ev agahî dan: “Em bi tevgera partiya wan re axivîn û me got em ê biçin mijarek wisa heye bila agahiya we hebe. Gotin em ê li gel artêşa giştî telefonê bikin, em ê fêr bibin çiye û dûre ji bo we bibêjin. Lê em bawer dikin ku telefonî artêşa giştî kirine û bersîvek jî girtine. Piştre li me nezîvirîn. Me dubare  telefon kir. Lê bersîv nedan me. Roja çarşemê saet di 10’an de em û 4 hevalên xwe derketin û bi hevre çûn asayişa giştî. Li asayişa giştî tiştek ji mere negotin. Wekî prosudurekê ji rêzê gotin ‘Navê we çiye? Hûn ji ku hatine? Çend xwişk û bira ne? Navê dayik û bav çiye?’ Min got ‘Xêre kaka ji xwe hemû qeyd û agahiyên me li gel we hene. Hûn dizanin em li vir çi karî dikin. Ez bi xwe nûnerê HDP’ê me. Hûn van tiştan baş dizanin.’ Wan jî got ‘Kaka tiştek tune. Hûn dikarin herîn derve.’ Em li derve 1-2 saetan rawestandin. Bi telefonê bi hin deran re axivîn. Diyar bû ku biryarek neyînî heye.”

Gotin ‘Fermon ji jor hatiye’

Hîkmet Hatîp, da zanîn ku ew fikirîn ku wan bavêjin zindanê û wiha got: “Me got eger me bavêje zindanê jî dê tawanbariya me ji mere bibêje. Lê kar û xebatê me diyar bû. Me got zindan be jî ne xama me ye. Piştre 4 seyare hatin. 2 seyareyên leşkerî û 2 seyare jî yên sivîl bûn. Bi giştî 28 kesên bi çek ên hêzên ewlehiyê bûn. Em li texsiyê suyar kirin. Me got xêr e, ji mere tiştekî bibêjin. Em li seyarê suyar kirin û anîn dervê Hewlerê. Em 2 kes li cihekî daxistin xwarê. Hevalê me yên din jî dûrî me daxistin xwarê. Em li dervê hewlerê daxistin û gotin hûn nikarin derbasî hewlerê bibin. Li wir wêneyê me kişandin û gotin; ‘Me wêneyên we ji hemû hêzên ewlehiyê re şandiye. Hûn nikarin biçin Hewlerê.’ Lê me dîsa got ka sedema vê yekê bibêjin. Tawanbariyek me hebe wê jî bibêjin. Gotin ‘Fermanek ji bo me ji jor ve hatiye, lazime em vê fermanê pêk bînin. Telefonî tu cihên din nekin. Em nikarin tu tiştekî bibêjin.’ Me got baş e ka nasnameyên me bidin. Lê gotin ‘Me teslîmî hevalên we kiriye’ û dest danîn ser nasameyê me û vegeriyan Hewlerê. Em li dervê Hewlerê man. Ne telefonek  û ne jî têkiliyek. Tu tişt li gel me tune bû. Me li ser rê seyareyek da rawestandin. Me bi telefonê wan telefoni hevalên xwe kirin. Me rewşa xwe ji wan re got. Em bi meş heta Dugelan hatin û me li wir hevalên xwe yên din dîtin. Piştî me hevalên xwe dîtin me telefonê xwe ji hevalên xwe girtin. Piştî me telefonî hevalên xwe yên Hewlerê kirin telefonên me ji mere anîn.”

Heta saetên êvarî têkiliyên wan qut bûn

Hîkmet Hatîp anî ziman ku asayişe saet di 10’ê sibehê de ew derxistin dervê bajêr û wiha lê zêde kir: “Heta saet 7-8’ê êvarî tu têkiliyên me li gel tu kesî çênebûn. Ne me agahi ji hevalên xwe girt û ne hevalên me agahî ji me girtin. Hevalên me pir ketin nava fikaran.  Me xwest partiya wan der barê dersînorkirina me de tiştekî bibêje. Lê mixabin heta niha der barê sedema dersînorkirinê de tu tişt negotiye. Piştre em hatin Silêmaniyê. Ev çend roj in em li Silêmaniyê ne.  Me rewşa xwe bi hemû ragihandinê re parve kir. Lê em hînê jî dixwazin vegerin Hewlerê. Kar û xebatên me li Hewlerê ne. Hevalên me li Hewlerê ne.  Hevalê li gel me hatiye zewicî ye. Zarokên wî mala wî li Hewlerê ye.”

Em dixwazin navenda me heyetekê bişîne

Hatîp, da zanîn ku ew ji PDK’ê dixwazin dîsa vegerin Hewlerê û wiha lê zêde kir: “Em dibêjin eger pirsgirêkek hebe em pirsgirêkê bi awayekî çareser bikin. Nexwe daxuyaniyekê bidin û sedema wê parve bikin.  Niha bi navenda me re jî têkiliyên me didomin. Em dixwazin heyetekê bişînin û niqaşekê bikin. Em li vir nûnertiya 6 milyon kesan dikin. 6 milyon dengê DEM Partiyê heye. Malbatên wan hene. Bi giştî nûnertiya 10 milyon kesan dike. Lê bi tevahiya Herêma Federe ya Kurdistanê 5-6 milyon kes nînin. Em dixwazin li gel DEM partiyê niqaşan bikin. DEM Partî di heman demê ne nûnertiya gelê başûr jî dike. Em dixwazin partiyên me pirsgirêkên xwe yên navxweyî dînin aliyekî û li dijî dagirkeran helwestek hevpar nîşan bidin û ji bo Kurdistanek azad têkoşînek hevpar bimeşînin. Em vê yekê li her derê dibêjin. Em dibêjin Kongreyek Neteweyî pêk bînin. Em dixwazin di navbera Bakur û Başûr de û di navbera Başûr û Rojhilat de her tim têkiliyek hebe. Em dixwazin her çar alî têkiliyên xwe xurttir bikin û armanca me ew e.  Lê mixabin ev li hesabê PDK’ê nayê. Ji ber vê yekê jî em dersînor kirin.”

Kesên demokrat divê li dijî vê rewşê dengê xwe bilind bikin

Hatîp herî dawî bang li kesên demokrat kir û got: “Em bang li partî û rêxistinên siyasî dikin. Em li bakurê Kurdistanê nunertiya 6 milyon dengan û 10 milyon kesan dikin. Kesên demokrat divê li dijî vê rewşê bê helwest nemînin. Divê li vir partiyên siyasî xwedî derketineke mezin nîşan bidin.  Kesên dixwazin demokrasî û mafên mirovan pêş bikeve, divê li dijî vê rewşê bêdeng nemînin.  Em ji bo yekîtiya kurd xebatê dikin.”