5 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk sînorê Pênciwên bombebaran kir

Her ku diçe êriş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, dibin bêdengiyek giştî de berfirehtir dibe. Hate ragihandin ku di danê sibehê de artêşa tirk a dagirker bi balefirên bê mirov sînorê gundê Badînan yê ser bi bajarokê Nalparêz ya navçeya Pênciwên ser bi parêzgeha Silêmaniyê bombebarankirin. Hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de agirek mezin bi puşû darên sînorê gund ket.
Tevî ku ew deverên tên bombebarankirin bi sedan km ji sînorê Tirkiyeyê dûre û binpêkirinek eşkere ya serweriya xaka Iraqê ye, lê hikûmeta demborî ya Herêmê û hikûmeta Bexdayê çav û guhê xwe li vê dagirkeriyê girtine. Ji ber vê bêdengiyê ziyanek mezin bi herêmê û welatiyan dikeve.
Hêjayî gotinêye ku li gorî bîlançoya herî dawî ya Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistan-Iraqê (CPT) piştî êrişên dagirkeriyê yên di 15’yê Hezîranê de destpê kiribûn bi tevahî 9 gund bi temamî hatin valakirin û herî kêm 184 malbat jî koçber bûn.
CPT di rapora xwe de behsa baregehên nû yên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê jî kir. Li gorî vê yekê dewleta Tirk hejmara baregeh û qereqolên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê ku bi giştî 74 e û 10 baregehên din zêde kir. Di nav baregehên nû de 2 baregeh li herêma Nihêlî ya Amêdiyê, 7 baregeh li herêma Batîfa ya Zaxo û baregehek jî li herêma Sîdekan ya Soran hene.