25 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Tirk pasewanên Iraqê topbaran kir

Li sînorê navçeya Batîfa piştî pevçûnên di navbera artêşa tirk û Gerîlayên Azadiyê de, artêşa tirk xalek ya pasewanên sînor ên Iraqê topbaran kir, 2 pasewanên Iraqê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Îro piştî saetên nîvro, artêşa tirk di çarçoveya komploya reşkirina navê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, xalek ya pasewanên (nobedar-parêzvan) sînor ên Iraqê yê li gundê Şîlan ya ser bi navçeya Batîfa ya girêdayî bajarokê Zaxo ya parêzgeha Dihokê topbaran kir.

Li gorî agahiyên ku RojNewsê parve kir, îro pevçûn di navbera Gerîlayên Azadiyê û artêşa tirk de rû daye, di wê demê de artêşa tirk dagirker bi topa hewanê xalek ya hêzên paswanên sînor yên Iraqê topbaran kir.

Li gor heman agahiyan di topbaranê de 2 pasewanên Iraqê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Hêjayî gotinêye ku beriya niha jî artêşa tirk a dagirker raste rast hêzên Zêrevan ên li sînorê parêzgeha Dihokê bombebarankiribû û armanca wî ew bû ku bixe stuyê PKKê û Gerîlayên Azadiyê de. Bi vê plan û komployê jî navê PKK di nav gel û xelkê sînor û Iraqê de reş bike.