28 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk li Bestayê operasyona leşkerî da destpêkirin

Artêşa tirk, li Herêma Bestayê dest bi operasyonek leşkerî ya bejahî û hewayî kir.

Hat zanîn ku artêşa tirk, li Herêma Bestayê ya bi ser navenda Şirnexê ve dest bi operasyonek leşkerî kiriye. Hat ragihandin ku operasyon hem li bejahî ye û hem jî hewayî ye. Herwiha helîkopterên şer jî tev li operasyonê bûne. Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî hatin bidestxistin; ji Şirnexê gelek leşkerên artêşa tirk berê xwe dane deverên Besta Hincê, Romaran û Mendîçelî yên bi ser Herêma Bestayê ve.