Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa tirk û çeteyên wê, şevê din gundên Seyada û Girhiyok ên Minbicê bi hawan û obîsan topbaran kirin. Li gorî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, li dijî gundê Ereb Hesen jî êrişek bi balafireke bê mirov a bi çek hat kirin, di encamê de zerarên madîn çêbûn.
Artêşa tirk û çeteyên wê şevê din jî gundên Seyade, Dendeniyê, Um Cilûd, Ereb Hesen, Toxar, Cat, Ewn Dadat, Kawiklî bi 52 guleyên hawan û obîsan topbaran kirin.