Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên kantona Minbicê topbaran dikin. Heta niha 7 guleyên topan li gundê El Cat, 12 li gundê El Hewşeriye, 11 li gundê Eûn El Dadat, 16 li gundê El Diric 16 û 4 li gundê Hîsan ketine.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawîn de êrişên xwe yên li ser gundên kantona Minbicê zêde kirine. Duh di bombebarana dewleta Tirk de 2 zarok şehîd bûbûn û 3 zarok jî birîndar bûbûn.