12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk gundeki Qendîlê bombe kir: Kesek mir

Dewleta tirk gundê Bokrîskan ê Binarê Qendîlê bombe kir. Di encama bombebarana Tirkiyeyê de kesek birîndar bû.

Balafirek bêmirov û biçek a dewleta tirk gundê Bokrîskan ê Binarê Qendîlê du caran li ser hev bombebaran kir. Êrîş li dijî navenda gund pêk hat. Di encama êrîşê de jina 50 salî Esti Mehemed jiyana xwe ji dest da.

Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Serwîn Celal der barê êrîşê de ji Rojnewsê re axivî û ev tişt ragihand: “Îro balafirek bêmirov a dewleta tirk du caran bi ser hev gundê Bokrîskan bombebaran kir. Di encama êrîşê de ji du welatiyên bi navê Mîrza Îbrahîm û Estî Mihemed birîndarbûn û rakirin nexweşxaneyê.”

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku yek ji birîndarên bombebaranê Estî Mihemed di rê de ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da û li tiba edlî ya Ranyayê ye. Birîndarê din jî niha dibin çavdêriyê de ye.

Her wiha ziyanên madî jî li gund çêbûne.